Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




شُله رسولا 15:4 - Peymana Nû (Încîl)

4 Gava gihîştine Orşelîmê, civînê, şandîya û berpirsîyara ew qebûl kirin û çi ku Xwedê tʼevî wan kiribû wanrʼa gilî kirin.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

4 Çaxê gihîştin Orşelîmê, ji aliyê civînê, şandî û rihspiyan ve hatin qebûlkirin û hemû tiştên ku Xwedê bi destê wan kiribûn, gotin.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

4 Гава гьһиштьнә Оршәлиме, щьвине, шандийа у бәрпьрсийара әԝ ԛәбул кьрьн у чь кӧ Хԝәде тʼәви ԝан кьрьбу ԝанрʼа гьли кьрьн.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

4 وقته اَو هاتنَ اورشلیمه، مِرُوه کلیسایه و رسول و رِدین سِپی هاتنَ پِشیا وان. پولس و برنابا هَچی شُلا گو خدا بِ واسِطا وان گِره بو، بُ وان باس گِرِن.

Gade chapit la Kopi




شُله رسولا 15:4
20 Referans Kwoze  

Hingê tʼemamîya civatê dengê xwe birʼî û guhê xwe dane ser gotinêd Barnabas û Pawlos ku Xwedê bi destêd wan çiqas nîşan û kʼeremet nava necihûyada kiribûn.


Gava hatin, civîn li hev civandin û wanrʼa gilî kirin, ku Xwedê tʼevî wan çi tişt kirine û çawa dergehê bawerîyê ber necihûya jî vekir.


Civînê ku ew verʼêkirin, ewana Fînîkyê û Sameryayêva derbaz bûn û hʼemû bawermendarʼa bona vegerʼandina necihûya gilî dikirin, bi vê yekê ew gelekî şa kirin.


Ez turuş nakim bona tiştekî usa xeber dim, pêştirî wan tiştêd ku Mesîh bi destê min kirine, bona guhdarîya necihûya, heger bi xebera be yan kira be,


Gava em gihîştine Orşelîmê, bawermenda em eşq û şa qebûl kirin.


Heger yek bê cem we û vê hînkirinê neyne, hûn wî qebûl nekine malêd xwe û silavê nedine wî.


Erîstarxoyê hevalê minî kelêda li we silav dike, usa jî Marqosê pismamê Barnabas. (Bona wî we tʼemî standîye. Gava bê cem we, wî qebûl kin.)


Em jî çawa heval-xebatêd Xwedê îdî hîvî ji we dikin, yêd ku kʼerema Xwedê standine, nehêlin ku ew kʼerem bêfeyde be.


Awa gotî Xwedê bi Mesîh dinya tʼevî Xwe li hev anî, neheqîyêd wan wanrʼa neheqî hʼesab nekirin û gotina lihevanînê sparte me.


Lê ez bi kʼerema Xwedê me çi jî heme û kʼerema Wî ku bi minrʼa ye, boş-betal nîbû. Lê serda ez ji wan hʼemû şandîya zeʼftir xebitîm û ne ku ez bûm, lê kʼerema Xwedêye ku bi minrʼa ye.


Bona vê yekê bona şikirîya Xwedê hevdu qebûl kin, çawa Mesîh em qebûl kirin.


Pawlos silav da wan, yek-yek çi ku Xwedê bi qulixê wî nava necihûyada kiribû, wanarʼa gilî kir.


Apolo ku xwest herʼe Axayayê, bira dil dane ber û şagirtarʼa jî neʼmek nivîsîn ku wî qebûl kin. Gava gihîşte wir, ew gelekî kêrî wan hat, yêd ku bi kʼerema Xwedê bibûne bawermend.


Ewê ku we qebûl dike, Min qebûl dike û ewê ku Min qebûl dike, Yê ku Ez şandime qebûl dike.


Usa jî kirin, bi destê Barnabas û Şawûl berpirsîyarêd civînêrʼa şandin.


Nava wan û Pawlos, Barnabasda gelek deʼw-doz pêşda hat, hingê bira qirar kir ku bona vê pirsê Pawlos û Barnabas, usa jî ji wan çend kes hevraz herʼine Orşelîmê, cem şandî û berpirsîyara.


Şandî û berpirsîyar civîyan, ku bona vê yekê bişêwirin.


Hingê li şandîya, berpirsîyara û tʼemamîya civînê xweş hat, ku ji nava xweda çend meriva bibijêrin û tʼevî Pawlos û Barnabas bişînine Entakyayê. Ev bûn yêd ku hatine şandinê: Cihûdayê ku jêrʼa digotin Barsabo û Sîlas. Nava bawermendada evana eʼyan bûn.


Gava bajararʼa derbaz dibûn, ew tʼemîyêd ku şandîya û berpirsîyarêd Orşelîmê qirar kiribûn, didane bawermenda ku xwey kin.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite