Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




شُله رسولا 15:23 - Peymana Nû (Încîl)

23 Bi destê wan ev neʼme şandin aha nivîsar: «Em birayêd weye şandî û berpirsîyar silava li we birayêd ji necihûyaye Entakyayê, Sûryayê û Kîlîkyayê dikin.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

23 Bi destê wan ev name nivîsîn: «Birayên we şandî û rihspî, silavan li bawermendên ji miletên din ên li Entakya, Sûriye û li Kîlîkyayê dikin.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

23 Бь дәсте ԝан әв нәʼмә шандьн аһа ньвисар: «Әм бьрайед ԝәйә шанди у бәрпьрсийар сьлава ль ԝә бьрайед жь нәщьһуйайә Әнтакйайе, Сурйайе у Киликйайе дькьн.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

23 اَوان نامَیَگ بِ دَسته وان رِگِر گو وِسا هاته بو نِویسین: «ژه مَ رسولا و رِدین سِپیا، بِرایِت وَ، بُ بِرایِت گو یهودی نینِن ناو اَنطاکیه، سوریه و کیلیکیه دا، سِلاو!

Gade chapit la Kopi




شُله رسولا 15:23
21 Referans Kwoze  

«Ji Klawdyo Lûsyo, Silav Felîksê welîyê xweyîqedirrʼa!


Ji Aqûbê xulamê Xwedê û Xudan Îsa Mesîh: Silav li we her donzdeh eʼşîrêd dinyayêda belabûyî be.


Paşê çûme alîyêd Sûryayê û Kîlîkyayê.


Hingê li şandîya, berpirsîyara û tʼemamîya civînê xweş hat, ku ji nava xweda çend meriva bibijêrin û tʼevî Pawlos û Barnabas bişînine Entakyayê. Ev bûn yêd ku hatine şandinê: Cihûdayê ku jêrʼa digotin Barsabo û Sîlas. Nava bawermendada evana eʼyan bûn.


Çimkî ez bi wê gumanê me, ku ezê zûtirekê te bibînim û emê rʼû bi rʼû xeber din.


Zarʼêd xûşka teye bijartî li te silav dikin.


Heger yek bê cem we û vê hînkirinê neyne, hûn wî qebûl nekine malêd xwe û silavê nedine wî.


De bira rʼeʼm, kʼerem û eʼdilayî ji Bav Xwedê û Îsa Mesîhê Kurʼê Bavê, bi rʼastîyê û hʼizkirin merʼa be.


Li Sûryayê û Kîlîkyayê digerʼîyan, civîn dişidandin.


Gava gihîştine Orşelîmê, civînê, şandîya û berpirsîyara ew qebûl kirin û çi ku Xwedê tʼevî wan kiribû wanrʼa gilî kirin.


Hinek ji Cihûstanê berjêrî Entakyayê bibûn û bira hîn dikirin digotin: «Heger hûn li gora eʼdetê Mûsa neyêne sinetkirinê, hûn xilaz nabin».


Gava hatin, civîn li hev civandin û wanrʼa gilî kirin, ku Xwedê tʼevî wan çi tişt kirine û çawa dergehê bawerîyê ber necihûya jî vekir.


Lê bona wan necihûyêd ku hatine ser bawerîyê, me wanrʼa qirara xwe nivîsîye şandîye, wekî ew hʼevza xwe ji wan qurbanêd pʼûtpʼaristîyê, xûnê, goştê mirar û bênamûsîyê bikin».


Gava Qubrisê xuya kir, me ew milê çʼepêva hişt. Em berbi qeza Sûryayê çûn gihîştine bajarê Sûrê, çimkî barê gemîyê wir gerekê bihata valakirinê.


Pawlos gelek rʼoja dîsa li wir ma, paşê xatirê xwe ji bawermenda xwest, bi gemîyê çû alîyê Sûryayê. Priskîla û Akîla jî tʼevî wî bûn. Ewî Kenxêryayêda pʼorʼê xwe kurʼ kiribû, çimkî ad-qirarkirî bû.


Gava ku ev yeka bihîstin, dengê xwe birʼîn, şikirî dane Xwedê û gotin: «Wekî usa ye Xwedê eva mecala da necihûya jî, ku ji gunekirinê vegerʼin û bijîn».


Nav-dengê Wî li tʼemamîya Sûryayê bela bû, cimeʼtê her cûrʼe merivêd nexweş anîne cem Wî, yêd ku cûrʼe-cûrʼe êş û cefada bûn: Yêd cinakʼetî, hîvkʼetî, şilûşeʼt û Ewî ew hʼemû jî qenc kirin.


Lê hinekêd ji kʼinîşta ku Azayî dihate gotinê, cihûyêd ji Kûrênê û Skenderyayê û usa jî cihûyêd ji qezayêd Kîlîkyayê û Asyayê rʼabûn tʼevî Steyfan kʼetine deʼwê.


Lê nava wanda hinek ji merivêd Qubrisê û Kûrênê hebûn, ku gava çûn kʼetine Entakyayê, yûnanarʼa jî xeber didan, Mizgînîya Xudan Îsa didan.


Nava wan û Pawlos, Barnabasda gelek deʼw-doz pêşda hat, hingê bira qirar kir ku bona vê pirsê Pawlos û Barnabas, usa jî ji wan çend kes hevraz herʼine Orşelîmê, cem şandî û berpirsîyara.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite