Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




شُله رسولا 15:22 - Peymana Nû (Încîl)

22 Hingê li şandîya, berpirsîyara û tʼemamîya civînê xweş hat, ku ji nava xweda çend meriva bibijêrin û tʼevî Pawlos û Barnabas bişînine Entakyayê. Ev bûn yêd ku hatine şandinê: Cihûdayê ku jêrʼa digotin Barsabo û Sîlas. Nava bawermendada evana eʼyan bûn.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

22 Hingê di çavên şandî û rihspiyan û tevahiya civînê de qenc xuya bû ku ji nav xwe zilaman bibijêrin û bi Pawlos û Barnabas re bişînin Entakyayê. Wan, Cihûdayê ku jê re dibêjin Barsabas û Sîlas, yên ku di nav birayan de sereke bûn, şandin.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

22 Һьнге ль шандийа, бәрпьрсийара у тʼәмамийа щьвине хԝәш һат, кӧ жь нава хԝәда чәнд мәрьва бьбьжерьн у тʼәви Паԝлос у Барнабас бьшиньнә Әнтакйайе. Әв бун йед кӧ һатьнә шандьне: Щьһудайе кӧ жерʼа дьготьн Барсабо у Силас. Нава баԝәрмәндада әвана әʼйан бун.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

22 ایجا رسولا و رِدین سِپیا، گَل تواوی مِرُوه کلیسایه وِسا مَصلِحَت دیتِن گو ناو خودا هِندَ مِرُوا بِبِژِرِن و اَوان گَل پولس و برنابادا رِگَنَ شَهره اَنطاکیه. اَوان سیلاس و یهودایه گو دِگُتنه بَرسابا گو ناو بِرایادا رِزدار بون، بِژارتِن.

Gade chapit la Kopi




شُله رسولا 15:22
29 Referans Kwoze  

Awa em Cihûda û Sîlas dişînin, wekî ew jî van tişta bi devê xwe werʼa bêjin.


Pawlos jî Sîlas bijart û ji bira spartî kʼerema Xudan bûn, rʼêkʼetin çûn.


Min bi destê Sîlas, çawa birakî amin ez wî hʼesab dikim, kin werʼa nivîsî, dil didime we û şeʼdetîyê didim, ku ev e kʼerema Xwedêye rʼast. Vêda hûn qewîn bisekinin.


Ji Pawlos, Sîlas û Tîmotʼêyo, civîna Tʼêsalonîkîyarʼa, ya ku pʼara Bavê me Xwedê û Xudan Îsa Mesîh e:


Ji Pawlos, Sîlas û Tîmotʼêyo, civîna Tʼêsalonîkîyarʼa, ya ku pʼara Bav Xwedê û Xudan Îsa Mesîh e: De bira kʼerem û eʼdilayî li we be.


Gava Sîlas û Tîmotʼêyo ji Mekedonyayê hatin, Pawlos bi xîret tʼemamîya wextê xwe da hînkirina Xeberê û cihûyarʼa şeʼdetî dida ku Mesîh, Îsa ye.


Cihûda û Sîlas jî ku pʼêxember bûn, bi gelek xebera dil dane bawermenda û ew şidandin.


Du merî dane sekinandinê, yek Ûsivê ku jêrʼa Barsabo digotin (ku navê wî danîbûn Yûsto) û yê din Matîyo.


Wî çaxî bira Pawlos destxweda şandine ber beʼrê, lê Sîlas û Tîmotʼêyo Beroyayêda man.


Hema çawa teʼrî kʼete eʼrdê, bira Pawlos û Sîlas şandine Beroyayê. Ew ku gihîştine wir, çûne kʼinîşta cihûya.


Hinekêd ji wan bawer kirin xwe li Pawlos û Sîlas girtin, usa jî eʼlaleteke xwedêbawerêd yûnan û gelek kʼulfetêd xweyîqedir.


Ewî çʼira xwest, rʼevî hindurʼ, lerizî xwe avîte ber Pawlos û Sîlas.


Nêzîkî nîvê şevê Pawlos û Sîlas dua dikirin û eşqî Xwedê distiran, girtîya jî guhê xwe danîbûne ser wan.


Gava xweyêd wê dîtin ku gumana kʼara wan hate birʼînê, Pawlos û Sîlas girtin, kʼaşî meydana bajêr cem serwêra kirin,


Bona vê yekê li tʼemamîya şêwira civîna me xweş hat, ku em meriva bibijêrin tʼevî birayêd meye delal Barnabas û Pawlos bişînine cem we,


Bi destê wan ev neʼme şandin aha nivîsar: «Em birayêd weye şandî û berpirsîyar silava li we birayêd ji necihûyaye Entakyayê, Sûryayê û Kîlîkyayê dikin.


Bona wan ev deng-beʼsa gihîşte civîna Orşelîmê, Barnabas şandine Entakyayê.


Şandîyêd Orşelîmêda gava bihîstin, wekî Sameryayê xebera Xwedê qebûl kirîye, Petrûs û Yûhʼenna şandine cem wan.


Ewêd ku ji dest wê zêrandina pey kuştina Steyfanrʼa bela-belayî bibûn, gihîştine hʼeta Fînîkyayê, Qubrisê û Entakyayê û tʼenê cihûyarʼa xeber dannasîn dikirin.


Lê nava wanda hinek ji merivêd Qubrisê û Kûrênê hebûn, ku gava çûn kʼetine Entakyayê, yûnanarʼa jî xeber didan, Mizgînîya Xudan Îsa didan.


Wan rʼoja ji Orşelîmê pʼêxember berjêrî Entakyayê bûn.


Civînê ku ew verʼêkirin, ewana Fînîkyê û Sameryayêva derbaz bûn û hʼemû bawermendarʼa bona vegerʼandina necihûya gilî dikirin, bi vê yekê ew gelekî şa kirin.


Hingê ew verʼêkirin, berjêr çûne Entakyayê cimeʼt civandin, neʼme dane wan.


Çimkî Kurʼê Xwedê, Îsa Mesîh ku pê me werʼa hate dannasînkirinê, (bi min, Sîlas û Tîmotʼêyo), «Belê» û «Na» nebû, lê nava Wîda tʼimê «Belê» ye.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite