Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




شُله رسولا 14:3 - Peymana Nû (Încîl)

3 Awa ewana gelek wext li wir man, mêrkʼîmî ser Xudan xeber didan, Xudan jî xebera kʼerema Xwe îzbat dikir, bi destêd wan nîşan û kʼeremet didane kirinê.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

3 Ew demeke dirêj li wir man, ji bo Xudan bi ziravî peyivîn; Xudan jî şahidiya peyva kerema xwe dikir, bi destê wan nîşan û karên mezin çêdikirin.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

3 Аԝа әԝана гәләк ԝәхт ль ԝьр ман, меркʼими сәр Хӧдан хәбәр дьдан, Хӧдан жи хәбәра кʼәрәма Хԝә избат дькьр, бь дәстед ԝан нишан у кʼәрәмәт дьданә кьрьне.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

3 بَجا پولس و برنابا مدَتَگه دِرِژ مانَ وِدَره و بِ جُراَته راستا خاده دا قِسَ گِرِن. هَمَن اَو خادیه گو بِ دَسته وان نیشان و مُعجِزَ تینانَ جی و وِسا پیاما لطفا خو تأیید دِگِر.

Gade chapit la Kopi




شُله رسولا 14:3
17 Referans Kwoze  

Serda jî Xwedê bi nîşana, kʼeremeta, cûrʼe-cûrʼe kirêd qewat û pʼêşkʼêşêd Rʼuhʼê Pîroze belakirî şeʼdetî da, çawa ku eʼmirê Wî bû.


Niha ez we dispêrime Xwedê û Xebera kʼerema Wî, ku dikare we rʼuhʼanîyêda ava ke û pʼara we tʼevî tʼemamîya cimeʼta Xwe ke.


Lê ez eʼmirê xwe layîqî tʼu tiştî nakim, tʼenê dikim bigihîjime meremê xwe û wê qulixa ku min ji Xudan Îsa standîye bînime sêrî, awa gotî Mizgînîya kʼerema Xwedê bi meʼrîfetî dannasîn kim.


Me pêşîyê Fîlîpyayêda cefa kʼişandibû û hatibûne rʼezîlkirinê, çawa hûn zanin, paşê me bi qewata Xwedêyê xwe dîsa turuş kir, nava wê miqabilîya giranda Mizgînîya Xwedê werʼa bêjin.


Belê ez Mizgînîyê şerm hʼesab nakim, çimkî ew qewata Xwedê ye, bona xilazbûna hʼemû bawermenda, pêşîyê bona cihûya, paşê necihûya.


Şagirt jî çûn, li her cîyî dannasîn kirin. Xudan piştovanê wan bû û bi van nîşana xebera Xwe dida îzbatkirinê, kʼîjanêd ku bi destê wan dibûn.


Em şeʼdê van tişta ne, usa jî Rʼuhʼê Pîroz, kʼîjan Xwedê da wan, yêd ku gurʼa Wîda ne».


Gelî îsraêlîya, van xebera bibihên! Îsayê Nisretê, merivekî ku ji alîyê Xwedêda kʼifşkirî bû, Xwedê pê Wî nava weda nîşan, kʼeremet û kirêd qewat kirin, çawa ku hûn xwexa jî zanin.


Hingê Pawlos û Barnabas mêrkʼîmî gotin: «Gerekê pêşîyê xebera Xwedê werʼa bihata xeberdanê, lê hûn ku xebera Xwedê tʼexsîr dikin û xwe layîqî jîyîna hʼeta-hʼetayê nakin, va em vedigerʼine berbi necihûya.


Îsa wîrʼa got: «Hʼeta ku hûn nîşan û kʼeremeta nebînin, hûn tʼu car bawer nakin».


Hema çawa wana dua xilaz kir, ew cîyê ku ew civîyayî bûn hʼejîya û hʼemû bi Rʼuhʼê Pîroz tʼijî bûn, xebera Xwedê mêrkʼîmî xeber didan.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite