Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




شُله رسولا 13:5 - Peymana Nû (Încîl)

5 Gava gihîştine Selamîsê, kʼinîştêd cihûyada xebera Xwedê dannasîn dikirin û Yûhʼenna jî kʼomekdarê wan bû.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

5 Gava gihîştin Selamîsê, wan peyva Xwedê di kinîştên Cihûyan de dan bihîstin. Yûhenna jî alîkariya wan dikir.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

5 Гава гьһиштьнә Сәламисе, кʼьништед щьһуйада хәбәра Хԝәде даннасин дькьрьн у Йуһʼәнна жи кʼомәкдаре ԝан бу.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

5 وقته گَهَشتِنَ شَهره سَلامیسه، کلاما خدا ناو دیره یهودیادا وَعظ گِرِن. و یوحنا گو مَرقُس ژی دِگُتنه بُ آریکاریه گَل واندا بو.

Gade chapit la Kopi




شُله رسولا 13:5
20 Referans Kwoze  

Ewana jî ji Pergê çûne Entakya Pisîdyayê, rʼoja şemîyê kʼetine kʼinîştê rʼûniştin.


Hingê Pawlos û Barnabas mêrkʼîmî gotin: «Gerekê pêşîyê xebera Xwedê werʼa bihata xeberdanê, lê hûn ku xebera Xwedê tʼexsîr dikin û xwe layîqî jîyîna hʼeta-hʼetayê nakin, va em vedigerʼine berbi necihûya.


Pawlos kʼete kʼinîştê, sê meha mêrkʼîmî xeber dida, bona Pʼadşatîya Xwedê wanrʼa dikʼete xeberdanê û ew didane bawerkirinê.


Ew hʼemû rʼojêd şemîya kʼinîştada cihû û yûnanarʼa dikʼete xeberdanê, ew didane bawerkirinê.


Awa ewî kʼinîştêda cihû û yûnanêd xwedêbawerrʼa û li meydanê bajêrda jî her rʼoj rʼastî kʼê dihat wanrʼa dikʼete xeberdanê.


Qonyayêda jî ev yek mîna her car qewimî: Pawlos û Barnabas kʼetine kʼinîşta cihûya, usa xeber dan, wekî eʼlaleteke giran ji cihû û necihûya bawer kirin.


Gava ev yek feʼm kir, çû mala Meryema dîya Yûhʼennayê ku jêrʼa Marqos digotin, ku li wir gelek civîyabûn dua dikirin.


Destxweda Şawûl destpêkir kʼinîştada bona Îsa dannasîn kir û got ku: «Ew Kurʼê Xwedê ye».


Tʼenê Lûqa cem min maye. Marqos hilde tʼevî xwe bîne, çimkî vî qulixîda ew kêrî min tê.


Erîstarxoyê hevalê minî kelêda li we silav dike, usa jî Marqosê pismamê Barnabas. (Bona wî we tʼemî standîye. Gava bê cem we, wî qebûl kin.)


Barnabas dixwest Yûhʼennayê ku jêrʼa Marqos digotin jî tʼevî xwe bibirana,


Barnabas û Şawûl gava qulixê xwe qedandin, ji Orşelîmê vegerʼîyan, Yûhʼennayê ku jêrʼa Marqos digotin jî tʼevî xwe anîn.


Lê nava weda gerekê usa nîbe. Kʼî ku nava weda dixwaze bibe yê mezin, gerekê bibe berdestîyê we.


Ewî du kʼomekdarêd xwe Tîmotʼêyo û Êrasto şandine Mekedonyayê û ew hinekî jî li qeza Asyayê ma.


Tʼemamîya bajêr qilqilî, rʼahişte Gayos û Erîstarxoyê mekedonî, ku heval-rʼêyêd Pawlos bûn, hevrʼa rʼevîne dîtindarê.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite