Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




شُله رسولا 13:48 - Peymana Nû (Încîl)

48 Gava yêd necihû ev yek bihîstin, şa bûn şikirî didane gotina Xudan. Û ewêd ku bona jîyîna hʼeta-hʼetayê kʼifşkirî bûn, bawer kirin.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

48 Gava yên ji nav miletan ev bihîst, şa bûn û pesnê peyva Xudan dan û yên ku ji bo jiyana herheyî hatibûn kifşkirin, bawerî anîn.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

48 Гава йед нәщьһу әв йәк бьһистьн, ша бун шькьри дьданә готьна Хӧдан. У әԝед кӧ бона жийина һʼәта-һʼәтайе кʼьфшкьри бун, баԝәр кьрьн.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

48 وقته قَومه گو یهودی نینِن اَوَ بیهیستِن، کَیف خوش بون و حمد و ثنایا کلاما خاده گُتن؛ و اَونه گو بُ ژیانا اَبَدی هاته بونَ بِژارتِن، ایمان اینان.

Gade chapit la Kopi




شُله رسولا 13:48
31 Referans Kwoze  

Berî eʼfirandina dinyayê Xwedê yektîya Wîda em bijartin, wekî em pîroz û bêqusûr bin, li ber Wî hʼizkirinêda bijîn.


Îdî çi? Îsraêl negihîşte wê çi ku digerʼîya, lê yêd bijartî gihîştinê û yêd mayîn kor bûn,


Pezêd Mine din jî hene, yêd ku ne vî axlîda ne. Gerekê Ez wana jî bînim û ewê dengê Min bibihên û bibine kerîk ber şivanekî.


Û ne ku tʼenê bona milet, lê bona zarʼêd Xwedêye belabûyî jî, ku wan bicivîne û bike yek.


û çi ye ew qewata Wîye mezine bêhimber, ya ku nav me bawermendada dixebite. Ev e ew qewata Wîye zor,


Ewêd ku xeberêd wî qebûl kirin, pê avê hatine nixumandinê û wê rʼojê weke sê hʼezara li hev zêde bûn.


Hingê min got: ‹Ez çi bikim, Xudan?› Xudan minrʼa got: ‹Rʼabe herʼe Şamê û li wir her tiştê ku bona te kʼifşkirî ye bikî, wê terʼa bê gotinê›.


Çimkî ez xwexa jî merivekî bin hʼukumda me û bin destê minda jî esker hene. Ez yekîrʼa dibêjim: ‹Herʼe›, diçe, yekî dinrʼa dibêjim: ‹Were›, tê û ji xulamê xwerʼa dibêjim: ‹Evî tiştî bike›, dike».


Her merivek bira gurʼa wan hʼukumetîyada be, ku ser wîrʼa ne, çimkî tʼu hʼukumetî bêyî destûra Xwedê tʼune û ewê ku hene jî, ji Xwedêda ne.


Awa rʼojek kʼifşkirin û wê rʼojêda gelek hatine wî cîyê ku Pawlos têda dima. Ewî sibê hʼeta êvarê wanarʼa bona Pʼadşatîya Xwedê şirovedikir û bi meʼrîfetî dannasîn dikir, derheqa Îsada jî bi Qanûna Mûsa û nivîsarêd pʼêxembera ew didane bawerkirinê.


şikirîya xwe Xwedê danîn û tʼemamîya cimeʼtê li wan xweş bû. Xudan jî rʼoj bi rʼoj hʼesabê xilazbûyîya zêde dikir.


Em çûn kʼetine gemîyê rʼêkʼetin û berbi Asosê çûn, ku ji wê derê me gerekê Pawlos hilda, çimkî ewî merʼa gotibû: «Ezê peya bêm».


Her yanzdeh şagirt jî çûne Celîlê wî çʼîyayê ku Îsa wanrʼa gotibû.


Heyneser xûşk-birano, bona me dua bikin, wekî xebera Xudan zû pêşda herʼe û bê pesindayînê, çawa nava weda bû.


Niha hûn zanin ku Stêfanas mala xweva bawermendêd qeza Axayayêye pêşin e û wan xwe dane xizmetkʼarîya cimeʼta Xwedê. Îdî ez hîvî ji we dikim xûşk-birano,


Gava xwendin, bona wê dildayînê pʼirʼ şa bûn.


Nava wan û Pawlos, Barnabasda gelek deʼw-doz pêşda hat, hingê bira qirar kir ku bona vê pirsê Pawlos û Barnabas, usa jî ji wan çend kes hevraz herʼine Orşelîmê, cem şandî û berpirsîyara.


Gava Barnabas û Pawlos ji wir derkʼetin, hîvî ji wan kirin, ku şemîya din jî bona wê yekê wanrʼa xeber din.


Hingê şabûneke mezin kʼete wî bajarî.


Û evê herʼine cefê hʼeta-hʼetayê, lê yêd rʼast wê herʼine jîyîna hʼeta-hʼetayê».


Wî çaxî welî ku ev yek dît, bawer kir, ser wê hînkirina bona Xudan eʼcêbmayî ma.


Em zanin ku her tiştîda Xwedê dike ku wanrʼa bibe qencî, yêd ku Wî hʼiz dikin û li gora qaz-qudreta Wî gazîkirî ne.


Ewî em pêşda kʼifş kiribûn, çawa li qirara Wî xweş hat, ku me bi destê Îsa Mesîh bike lawêd Xwe.


Çawa Xwedê qirara Xweda pêşda kʼifş kiribû, ku her tişt li gora xwestin û eʼmirê Wî be, em cihû yektîya Mesîhda pʼara Xwedê kʼetine,


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite