Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




شُله رسولا 13:46 - Peymana Nû (Încîl)

46 Hingê Pawlos û Barnabas mêrkʼîmî gotin: «Gerekê pêşîyê xebera Xwedê werʼa bihata xeberdanê, lê hûn ku xebera Xwedê tʼexsîr dikin û xwe layîqî jîyîna hʼeta-hʼetayê nakin, va em vedigerʼine berbi necihûya.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

46 Hingê Pawlos û Barnabas, bi ziravî peyivîn û gotin: «Diviya ku pêşî peyva Xwedê ji we re bihata gotin. Madem ku hûn wê red dikin û xwe hêjayî jiyana herheyî nabînin, va ye, em jî li miletên din dizivirin.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

46 Һьнге Паԝлос у Барнабас меркʼими готьн: «Гәрәке пешийе хәбәра Хԝәде ԝәрʼа бьһата хәбәрдане, ле һун кӧ хәбәра Хԝәде тʼәхсир дькьн у хԝә лайиԛи жийина һʼәта-һʼәтайе накьн, ва әм вәдьгәрʼьнә бәрбь нәщьһуйа.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

46 پولس و برنابا بِ جُراَته گُتن: «لازِم بو گو کلاما خدا اَوِلی بُ وَ بِتَ گُتن. بله بَر خاطره هِنده گو وَ اَو رَد گِر و وَ خو لاییقه ژیانا اَبَدی نَزانی، بَرخودَنه، نَهَ اَمه بِچِنَ لاره قَومه گو یهودی نینِن.

Gade chapit la Kopi




شُله رسولا 13:46
37 Referans Kwoze  

Awa bira weva eʼyan be, wekî xilazkirina Xwedê necihûyarʼa hate şandinê û ewê guhdarîya Wî bikin».


Lê min pêşîyê yêd Şamê, Orşelîmê û tʼemamîya tʼopraxêd Cihûstanêrʼa dannasîn kir, usa jî necihûyarʼa, ku tʼobe kin berbi Xwedê vegerʼin û kirêd qenc bikin, wekî bê kʼifşê ew ji gunekirinê vegerʼîyane.


Bona vê yekê Ez werʼa dibêjim, ku Pʼadşatîya Xwedê wê ji we bê standinê û miletekî usarʼa bê dayînê, wekî bona Wî ber bîne.


Xwedê Berdestîyê Xwe Îsa miletrʼa derxist û pêşîyê şande cem we, ku dua we bike û bi vî awayî we her kesî ji xirabîyêd we vegerʼîne».


Lê hurmet, rʼûmet û eʼdilayî wê wan hʼemûyarʼa be, yêd ku qencîyê dikin, pêşîyê cihûrʼa û paşê necihûrʼa.


Belê ez Mizgînîyê şerm hʼesab nakim, çimkî ew qewata Xwedê ye, bona xilazbûna hʼemû bawermenda, pêşîyê bona cihûya, paşê necihûya.


Hingê Ewî minrʼa got: ‹Herʼe, Ezê te bişînime dûr cem necihûya›».


Gelî bira, zarʼêd xûn-qinêta Birahîm û necihûyêd nava wedaye ku ji Xwedê ditirsin, merʼa ev xebera ku pê xilaz dibin hate şandinê.


Ew hate ser warê Xwe, lê cimeʼta Wî Ew qebûl nekir.


Serhʼişkno! Kʼafir û guhada kerʼno! Hûn tʼimê miqabilî Rʼuhʼê Pîroz disekinin, kal-bavêd we çawa bûne, hûn jî usa ne.


û ji Orşelîmê girtî bi navê Wî tʼobeyî û baxşandina guna nav hʼemû miletada wê bê dannasînkirinê.


Û dilê pʼirʼanîya bawermenda jî bi van qeydêd min yektîya Xudanda şidîyan, ku hê bi mêrkʼîmî xebera Xwedê bê xof û tirs bêjin.


Ewana jî ji Pergê çûne Entakya Pisîdyayê, rʼoja şemîyê kʼetine kʼinîştê rʼûniştin.


Gava gihîştine Selamîsê, kʼinîştêd cihûyada xebera Xwedê dannasîn dikirin û Yûhʼenna jî kʼomekdarê wan bû.


Gava wana mêrkʼîmîya Petrûs û Yûhʼenna dît û pê hʼesîyan ku evana merivne nexwendî û nezan in, eʼcêbmayî man û nas kirin, ku evana tʼevî Îsa bûne.


Hûn samerî Wî dihʼebînin, Kʼîjanî ku hûn nas nakin, lê em cihû Wî dihʼebînin, Kʼîjanî em nas dikin, çimkî xilazbûn ji cihûya tê.


Lê pêşîyê herʼine nav pezêd mala Îsraêlêye undabûyî.


kʼûra agir temirandin, ji devê şûr xilaz bûn, ji bêtʼaqetîyê qewat girtin, nava şerʼda bûne mêrxas, berî ordîyêd xerîb dan.


Gotine Wî: «Wê qirʼa wan neheqa bîne û rʼez bide rʼezvanêd usa, yêd ku wê wextda berê rʼezê wî bidinê».


Û evê herʼine cefê hʼeta-hʼetayê, lê yêd rʼast wê herʼine jîyîna hʼeta-hʼetayê».


Destxweda Şawûl destpêkir kʼinîştada bona Îsa dannasîn kir û got ku: «Ew Kurʼê Xwedê ye».


Lê gava hineke serhʼişk miqabil derkʼetin û li ber cimeʼtê Rʼîya Xudan bêhurmet dikirin, Pawlos ji wan qetîya, şagirt başqe kirin û her rʼoj dersxana Tîranoda wanrʼa dikʼete xeberdanê.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite