Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




شُله رسولا 13:25 - Peymana Nû (Încîl)

25 Gava Yûhʼenna şixulê xwe ser hevda anî, got: ‹Hûn bona min çawa difikirin, ez kʼî me? Ez ne Ew im, bona kʼîjanî hûn difikirin. Lê va ye Ew pey min tê, ku ez ne hêja me benê çarixêd nigêd Wî vekim›.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

25 Gava ku Yûhenna karê xwe ber bi qedandinê ve dianî, got: ‹Di gumana we de ez kî me? Ez ne ew im. Lê va ye, yek piştî min tê, ez ne hêja me ku dûlikên çaroxa di lingê wî de vekim.›

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

25 Гава Йуһʼәнна шьхӧле хԝә сәр һәвда ани, гот: ‹Һун бона мьн чаԝа дьфькьрьн, әз кʼи мә? Әз нә Әԝ ьм, бона кʼижани һун дьфькьрьн. Ле ва йә Әԝ пәй мьн те, кӧ әз нә һежа мә бәне чарьхед ньгед Ԝи вәкьм›.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

25 وقته یحیا خِذمَتا خو کامِل گِر، گُت: ”گُمانا وَ اَز که مَ؟ نه، اَز اَو نینِم؛ بَلگو پاشه مِن مِرُوَگ دیه بِت گو اَز حتا گِیر هِنده نایِم گو بَنگه سُلگه وی وَگَم.“

Gade chapit la Kopi




شُله رسولا 13:25
19 Referans Kwoze  

Ez we bona gunevegerʼandinê bi avê dinixumînim, lê Yekî ji min qewattir wê bê. Ez ne hêja me çarixê Wî jî bigirime destê xwe. Ewê we pê Rʼuhʼê Pîroz û êgir binixumîne.


Ewî dannasîn dikir û digot: «Yekî ji min qewattir wê bê. Ez ne hêja me, ku ta bim û benê çarixê Wî jî vekim.


Lê ez eʼmirê xwe layîqî tʼu tiştî nakim, tʼenê dikim bigihîjime meremê xwe û wê qulixa ku min ji Xudan Îsa standîye bînime sêrî, awa gotî Mizgînîya kʼerema Xwedê bi meʼrîfetî dannasîn kim.


Gava ewana şeʼdetîya xwe ser hevda bînin, hingê ew ceʼnewirê ku ji gelîyê hey-wayê derdikʼeve, wê tʼevî wan şerʼ ke, wan bindest ke û bikuje.


Lecêda ez qenc rʼevîm, min rʼîya xwe qedand, bawerî xwey kir.


Em ne ku xwe dannasîn dikin, lê Îsa Mesîh çawa Xudan û xwe jî çawa xulamêd we, bona Îsa.


Pawlos got: «Yûhʼenna bona gunevegerʼandinê nixumand û cimeʼtêrʼa got: ‹Yê ku pey minrʼa tê bawerîya xwe Wî bînin›, awa gotî Îsa».


Belê Dawid zemanê xweda qirara Xwedêrʼa xulamtî kir mir û gihîşte pêşîyêd xwe, bedena wî rʼizî.


Yê ku xweserîxwe xeber dide, ew li navê xwe digerʼe, lê Ewê ku li navê Yê ku Ew şandîye digerʼe, Ew yekî rʼast e û li cem Wî qelpî tʼune.


Îsa wanrʼa got: «Xwarina Min ew e, ku Ez xwestina Yê ku Ez şandime bikim û şixulêd Wî bînime sêrî.


Dît ku Îsa wirarʼa derbaz dibe, got: «Va ye Berxê Xwedê!»


Min jî dît û şeʼdetî da ku Ev e Kurʼê Xwedê».


Rʼoja dinê Yûhʼenna dît ku Îsa berbi wî tê, ewî got: «Va ye! Berxê Xwedê, Yê ku gunêd dinyayê hildide!


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite