Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




شُله رسولا 13:23 - Peymana Nû (Încîl)

23 Ji zurʼeta wî Xwedê anegorî sozê Xwe Îsraêlrʼa Xilazkirek rʼakir, hema xût Îsa.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

23 Ji dûndana vî mirovî Xwedê ji Îsraêl re, wek ku soz dabû, Xilaskar Îsa şand.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

23 Жь зӧрʼәта ԝи Хԝәде анәгори созе Хԝә Исраелрʼа Хьлазкьрәк рʼакьр, һәма хут Иса.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

23 خدا هَ وِسا گو وَعدَ دابو، ژه نَسلا وی مِرُوی نجاتگَرَگ، آنی عیسی بُ قَومه بنی اسرائیله رِگِریَ.

Gade chapit la Kopi




شُله رسولا 13:23
41 Referans Kwoze  

Ev e rʼeqema rʼikʼinyata Îsa Mesîh, rʼikʼinyata Dawid, rʼikʼinyata Birahîm:


«Min, Îsa, milyakʼetê Xwe şand, wekî şeʼdetîya van tişta nava civînada bide. Ez Tamar û Rʼikʼinyata Dawid im û Ez Steyrka Şewqe Sibehê Zû me».


Xwedêyê bêşirîkî-bêheval, Xilazkirê merʼa, bi destê Îsa Mesîhê Xudanê me, şikir û mezinayî, qudret û hʼukumet be, berî her-heyê û niha jî û hʼeta-hʼetayê! Amîn.


Û em vê Mizgînîyê didine we: Çi ku Xwedê kal-bavêd merʼa soz dabû,


Eva Mizgînîya bona Kurʼê Wî, Xudanê me Îsa Mesîh e, ku bi bedenî ji zurʼeta Dawid bû û bi Rʼuhʼê Pîrozîyê, gava ji mirinê rʼabû, qudretêda çawa Kurʼê Xwedê xuya bû.


Me dît û em şeʼdetîyê didin, ku Bavê Kurʼê Xwe şand, wekî bibe Xilazkirê dinyayê.


Lê kʼerem û zanebûna Xudan û Xilazkirê me Îsa Mesîhda bigihîjin. Şikir ji Wîrʼa, niha û hʼeta hʼetayê! Amîn.


Dixwazim wekî hûn gotinêd pʼêxemberêd pîroz, ku pêşda gotibûn û wê tʼemîya Xudan û Xilazkir, ku bi şandîya hatine gotinê bîr bînin.


Heger ewêd ku pê zanebûna hindava Xudan û Xilazkirê me Îsa Mesîh carekêrʼa destê xwe ji hʼeramîyêd dinê kirin, paşê dîsa bikʼevine nava wan hʼeramîya, bidine der, axirîya wanê ji ya pêşin xirabtir be.


Bi vî awayî dergehê li ber we bi merʼdanî vebe, ku bikʼevine Pʼadşatîya hʼeta-hʼetayêye Xudan û Xilazkirê me Îsa Mesîh.


Ji Şimhʼûn Petrûsê xulam û şandîyê Îsa Mesîh, wanrʼa, yêd ku bi heqîya Xwedê Xilazkirê me Îsa Mesîh ew bawerîya xweyîqîmet standin, çawa me stand:


Tîtorʼa, lawê xweyî heq-hʼelalî bawerîya meye tʼomerîda: De bira kʼerem û eʼdilayîya Xwedêyê Bav û Mesîh Îsa Xilazkirê me li te be.


Bi vî awayî tʼemamîya Îsraêlê wê xilaz be, çawa nivîsar e: «Azakir wê ji Sîyonê bê û bêxwedêtîyê ji Aqûb dûr xe.


Xwedê Berdestîyê Xwe Îsa miletrʼa derxist û pêşîyê şande cem we, ku dua we bike û bi vî awayî we her kesî ji xirabîyêd we vegerʼîne».


Lê ew ku pʼêxember bû, wî zanibû ku Xwedê bi sond wîrʼa soz daye, wê ji bedena wî Yekî dayne ser tʼextê wî.


Ne nivîsar dibêje, ku Mesîhê ji zurʼeta Dawid û ji gundê Dawid wê bê, awa gotî ji Beytlehʼmê?»


û wê kʼulfetêrʼa gotin: «Em îdî ne ku pê gotina te bawer dikin, lê me xwexa bihîst û em zanin ku ev e rʼast Xilazkirê dinyayê».


Ji mala xulamê Xwe Dawid bona me Xilazkirekî zor rʼakir,


û got: «Hûn bona Mesîh çi difikirin, tʼexmîna we Ew kurʼê kʼê ye?» Jêrʼa gotin: «Kurʼê Dawid e».


Eʼlaleta ku li pêşîya Wî û li pey Wî diçû, dikire qîrʼîn û digot: «Hosanna Kurʼê Dawidrʼa! Bimbarek e Ewê ku bi navê Xudan tê! Hosanna Yê Herî Jorinrʼa!»


Ewê kurʼekî bîne û tê navê Wî Îsa daynî, çimkî Ewê cimeʼta Xwe ji gunêd wan xilaz ke».


Bi kesekî mayîn xilazbûn tʼune, çimkî bin pʼerʼê eʼzmênda navekî din merivarʼa nehatîye dayînê, ku em bikaribin bi wî xilaz bin».


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite