Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




شُله رسولا 12:7 - Peymana Nû (Încîl)

7 Nişkêva milyakʼetekî Xudan ber sekinî, rʼonayê wî cîyî şewq da û niçʼande kʼêleka Petrûs, ew hʼişyar kir û gotê: «Zû rʼabe». Zincîr ji destêd wî kʼetin.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

7 Ji nişkê ve milyaketekî Xudan li ba wî rawesta û ronahiyekê di hucreyê de şewq da. Milyaket hincikek li kêleka Petrûs da, ew hişyar kir û got: «Zû rabe!» Hingê zincîr ji destên Petrûs ketin.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

7 Ньшкева мьлйакʼәтәки Хӧдан бәр сәкьни, рʼонайе ԝи щийи шәԝԛ да у ньчʼандә кʼеләка Пәтрус, әԝ һʼьшйар кьр у готе: «Зу рʼабә». Зьнщир жь дәстед ԝи кʼәтьн.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

7 نِشگادا میلیاکَتَگه خاده رَخ پِطرُس راوَستا و نورَگه حُجرَ روناهی گِر. میلیاکَته هِنجِگَگ کِلَگا وی دا و گُت: «زو رابَ!» جیدا زنجیر ژه دَسته وی وَبون و کَتنَ سَر عَردی.

Gade chapit la Kopi




شُله رسولا 12:7
37 Referans Kwoze  

Lê milyakʼetekî Xudan wê şevê dergehêd kelê vekirin, ew derxistine derva û gote wan:


Nişkêva eʼrd qayîm hʼejîya, hʼeta ku hʼîmêd kelê jî çûn-hatin, destxweda hʼemû derî vebûn, qeyd-zincîrêd hʼemûya hatine vekirinê.


Korʼnêlyo got: «Berî çar rʼoja, nêzîkî vî çaxî min duayê sihʼeta sisîya mala xweda dikir, nişkêva merivek bi kʼincê çîl-qerqaş li ber min sekinî


çimkî her tiştê ku aşkere dibe, dibe rʼonayî. Bona vê yekê hatîye gotinê: «Xewixîyo, hʼişyar be! Ji nav mirîya rʼabe û Mesîh wê te rʼonayî ke».


Lê Xwedê qeydêd mirinêye cefê vekirin, Ew ji mirinê rʼakir, çimkî mirinê nikaribû hʼukumî ser Wî bikira.


Gava ewana hê bona vê yekê metʼelmayî mabûn, nişkêva du merî bi kʼincê nûranî li ber wan sekinîn.


Milyakʼetê Xudan wanva xuya bû û rʼûmeta Xudan dora wan şewq da, ew gelekî tirsîyan.


Destxweda milyakʼetekî Xudan wî xist, bona ku wî şikirî neda Xwedê, kurmî bû mir.


Gava diçû nêzîkî Şamê bû, nişkêva ji eʼzmên rʼonayîkê dora wî şewq da.


Pey van tiştarʼa min dîna xwe dayê, wê milyakʼetekî din ji eʼzmên dihate xwarê. Ew xweyê hʼukumê mezin bû û ji dîndara wî rʼûyê eʼrdê rʼonayî bû.


Îdî milyakʼet çi ne? Ew hʼemû jî rʼuhʼêd berdestî ne, ku bona xizmetkʼarîya wan têne şandinê, yêd ku xilazbûnê wê war bin.


Wê şevê, ku sibetirê Hêrodes dixwest ew derxista ber cimeʼtê, bona dîwankirinê, Petrûs bi du zincîra girêdayî nava du eskerada rʼazayî bû, nobedara jî ber dêrî nobedarîya kelê dikir.


Gava ku ew ji wir çûn, va milyakʼetekî Xudan xewnêda Ûsivva xuya bû û gotê: «Rʼabe Kurʼik û dîya Wî hilde birʼeve Misirê. Li wir bimîne hʼeta ku ez terʼa bêjim, çimkî Hêrodesê Kurʼik bigerʼe, ku Wî bikuje».


Hingê milyakʼet wîrʼa got: «Pişta xwe girêde û çarixêd xwe ser nigêd xweva ke». Ewî jî usa kir. Paşê wîrʼa got: «Qapʼûtê xwe bavêje ser xwe û pey min were».


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite