Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




شُله رسولا 12:3 - Peymana Nû (Încîl)

3 Ewî dîna xwe dayê, ku kirina wî li cihûya xweş hat, rʼabû Petrûs jî da girtinê. Ev yek rʼojêd Cejina Nanê Şkevada qewimîn.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

3 Gava wî dît ku ev yek li Cihûyan xweş hat, ew zêde çû, wî Petrûs jî girt. Ev yek di dema Cejna Nanê Şkeva de çêbû.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

3 Әԝи дина хԝә дайе, кӧ кьрьна ԝи ль щьһуйа хԝәш һат, рʼабу Пәтрус жи да гьртьне. Әв йәк рʼожед Щәжьна Нане Шкәвада ԛәԝьмин.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

3 وقته اَوی دیت گو اَو یگَ له یهودیان خوش هات، وِداتِر چو و دَستور دا گو پِطرُسی ژی بِگِرِن. اَو شُلَ ناو رُژه عَیدا نانه به هِوِن دا قَوِمی.

Gade chapit la Kopi




شُله رسولا 12:3
18 Referans Kwoze  

Gava du sal derbaz bûn, dewsa Felîks Porkîyo Fêsto bû welî. Felîks jî ku dixwest qencî cihûyarʼa bikira, Pawlos girtî hişt.


Li wan hê xweş dihat ku meriv pesinê wan bidin, ne ku Xwedê.


Fêsto jî xwest ku cihûyarʼa qencîyê bike, li Pawlos vegerʼand û got: «Tu dixwazî hevraz herʼî Orşelîmê, ku bona van tişta dîwana te ber min wir bê kirinê?»


Çima ez niha dikim meriv ji min rʼazî bin, yan Xwedê? Yan gelo ez dikim ku li meriva xweş bêm? Heger min hê bixwesta ez li meriva xweş bihatama, min nikaribû ez bibûma xulamê Mesîh.


Em jî pey rʼojêd Cejina Nanê Şkevarʼa bi gemîyê ji Fîlîpyayê çûn, pênc rʼojada gihîştine Troyayê, cem wan. Em wir hʼeft rʼoja man.


Lê çawa Xwedê em layîqî vê yekê kirin û Mizgînîdayîn sparte me, em usa xeber didin. Em usa nakin ku li meriva xweş bên, lê li Xwedê, Yê ku dilê me eʼnene dike.


Ez rʼast bê xêlif terʼa dibêjim, gava ku tu xort bûyî, te xwexa qayîşa xwe girêdida û kʼuda te dixwest diçûyî. Lê gava ku tu kal bî, tê destêd xwe bilind kî û yekî dinê pişta te girêde û te bibe wî cîyê ku tu naxwazî herʼêyî».


Îsa lê vegerʼand û gotê: «Heger ji jor terʼa nehata dayînê, tʼu hʼukumê te wê li ser Min tʼunebûya. Lema gunê wî, yê ku Ez dame destê te hê mezin e».


Li rʼoja pêşine Cejina Nanê Şkeva, şagirt hatine cem Îsa û jêrʼa gotin: «Tu li kʼu dixwazî Şîva Cejina Derbazbûnê bixwî, wekî em Terʼa hazir kin?»


Gava wana mêrkʼîmîya Petrûs û Yûhʼenna dît û pê hʼesîyan ku evana merivne nexwendî û nezan in, eʼcêbmayî man û nas kirin, ku evana tʼevî Îsa bûne.


Hingê Petrûs tʼevî her yanzdeha rʼabû dengê xwe hilda û cimeʼtêrʼa got: «Gelî cihûya û hʼemûyêd ku Orşelîmêda dimînin! Bira ev yeka weva eʼyan be û guh bidine xeberêd min.


Gava Petrûs girt, avîte kelê sparte çar tʼaxima, ku her tʼaximek çar-çar esker bûn, wekî miqatî wî bin. Nêta wî ew bû ku pey Cejina Derbazbûnêrʼa wî derxe ber cimeʼtê, dîwana wî bike.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite