Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




شُله رسولا 12:17 - Peymana Nû (Încîl)

17 Ewî destê xwe hʼejand ku kerʼ bin û gilî kir çawa Xudan ew ji kelê derxistîye, usa jî got: «Vê yekê Aqûb û xûşk-birayêd dinrʼa jî bêjin». Xwexa jî rʼabû çû cîkî din.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

17 Wî destê xwe hilda, da ku bêdeng bimînin û ji wan re got ku Xudan çawa ew ji zîndanê derxistiye. Û got: «Vê yekê ji Aqûb û ji birayan re bêjin.» Piştre derket û çû dereke din.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

17 Әԝи дәсте хԝә һʼәжанд кӧ кәрʼ бьн у гьли кьр чаԝа Хӧдан әԝ жь кәле дәрхьстийә, ӧса жи гот: «Ве йәке Аԛуб у хушк-бьрайед дьнрʼа жи бежьн». Хԝәха жи рʼабу чу щики дьн.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

17 پِطرُس بِ دَسته خو ایشارَ وان دِگِر گو هِش بِن. ایجا بُ وان باس گِر گو خاده چاون اَو زیندانه دا دَرخِستیَ دَروَ. پِطرُس گُت: «وان دِشدانَ بُ یعقوب و بِرایه دی بِژِن.» پاشه ژه وِدَره دَرکَوت و چو جیَگه دی.

Gade chapit la Kopi




شُله رسولا 12:17
28 Referans Kwoze  

Gava ewî îzin da, Pawlos ser pʼêpelînga sekinî, destê xwe bilind kir, cimeʼtê ku dengê xwe birʼî, ewî bi zimanê îbranî xeber da û got:


Hineka ji eʼlaletê Skender pêşda birin, çimkî cihûya ew pêşda deʼf dan. Skender destê xwe bilind kir, xwest caba xwe bide.


Pawlos rʼabû, destê xwe hʼejand û got: «Gelî cimeʼta Îsraêlê û necihûyêd ku ji Xwedê ditirsin guhdar bin!


Rʼoja dinê Pawlos tʼevî me çû cem Aqûb, hʼemû berpirsîyar jî hazir bûn.


Gava ewana kerʼ bûn, Aqûb deng hilda û got: «Gelî bira! Guh bidine min.


Berî hatina çend merivêd ku Aqûb şandibûn, ewî tʼevî necihûyêd bawermend nan dixwar. Lê gava ewana hatin, ewî xwe dida alîkî û vedikʼişîya, ji tirsa ewêd ku digotin, gerekê necihû bêne sinetkirinê.


Gava Aqûb, Petrûs û Yûhʼennayê ku «Stûn» dihatine hʼesabê, bona wê kʼerema ku minrʼa hatibû dayînê pê hʼesîyan, destêd xweye rʼastê çawa nîşana tʼifaqîyê dane min û Barnabas. Ew qayl bûn, ku em herʼine nava necihûya û ew jî herʼine nava cihûya.


Lê belê ji şandîyêd mayîn min tʼu kes nedît, pêştirî Aqûbê birê Xudan.


Paşê Aqûbva xuya bû, peyrʼa hʼemû şandîyava.


Bona vê yekê Îsa îdî aşkere nava cihûyada nedigerʼîya, lê ji wir çû berʼîyê cîkî nêzîkî bajarê ku jêrʼa Efrayîm digotin û tʼevî şagirtêd Xwe li wê derê ma.


Hingê wan kevir hildan ku bavêjine Wî, lê Îsa Xwe ji wan vedizî û ji pʼaristgehê derkʼete derva çû.


Û gava nav vî bajarîda we bizêrînin, birʼevine bajarekî din. Ez rʼast werʼa dibêjim, hʼeta hatina Kurʼê Mêriv, hûn hʼemû bajarêd Îsraêlê pêrʼa nagihînin bigerʼin.


Ji Aqûbê xulamê Xwedê û Xudan Îsa Mesîh: Silav li we her donzdeh eʼşîrêd dinyayêda belabûyî be.


Ew jî ji kelê derkʼetin çûne mala Lîdyayê, li wir xûşk-bira dîtin, dil dane wan û paşê rʼêkʼetin çûn.


Şimhʼûn-Petrûs wîrʼa bi çʼeʼva dikir ku bipirse: «Kʼa Ew bona kʼê dibêje».


Îsa dîsa derbazî wî alîyê çʼemê Ûrdunê bû û li wê derê ma, wî cîyê ku Yûhʼenna pêşda dinixumand.


Pey vê yekêrʼa Îsa Celîlêda digerʼîya. Wî nedixwest ku Cihûstanêda bigerʼîya, çimkî cihû pey kʼetibûn ku bikuştana.


Û çaxê ew derkʼete derva, îdî nikaribû wanarʼa xeber da. Wana şik bir, ku pʼaristgehêda tişt hatîye li ber çʼeʼva. Û ewî bi nîşana wanarʼa xeber dida û lal ma.


Ne Ev necar e? Ne Ev kurʼê Meryemê û birê Aqûb, Yûsês, Cihûda û Şimhʼûn e? Ne xûşkêd Wî li vir nav meda ne?» Bi vî awayî ew ji Wî çûn.


Wan rʼojada Petrûs nava bawermendada rʼabû, (ku li wir qasî sed bîst merivî bûn) û got:


Petrûs jî serhev-serhev dergeh dixist. Gava vekirin ew dîtin, hʼişê serê wan çû.


Sibeh ku safî bû, esker gelekî tʼevîhev bûn, gelo çi hate serê Petrûs?


Xûşk-birayêd wir jî bona me bihîstibûn, pêşîya meda hatin hʼeta Meydana Epîyû û Sê Mêvanxana. Pawlos ku ew dîtin, şikirî da Xwedê û dilê wî şidîya.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite