Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




شُله رسولا 11:3 - Peymana Nû (Încîl)

3 digotin: «Tu çûyî cem merivêd nesinetkirî û te tʼevî wan nan xwarîye!»

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

3 gotin: «Çima tu çûyî ba yên sinetnebûyî û te bi wan re xwarin xwar?»

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

3 дьготьн: «Тӧ чуйи щәм мәрьвед нәсьнәткьри у тә тʼәви ԝан нан хԝарийә!»

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

3 «تِ دِچی لاره وان مِرُوه گو نَهاتنَ سُنَت گِرِن و گَل واندا رِسقی دِخُی.»

Gade chapit la Kopi




شُله رسولا 11:3
10 Referans Kwoze  

Ewî wanarʼa got: «Hûn xwexa zanin ku ne eʼdetê mêrê cihû ye, ku tʼevî necihûya rʼabe-rʼûnî, yan hevva herʼin-bên. Lê Xwedê ber min vekir, wekî ez tʼu kesî pʼîs yan hʼeram hʼesab nekim.


Berî hatina çend merivêd ku Aqûb şandibûn, ewî tʼevî necihûyêd bawermend nan dixwar. Lê gava ewana hatin, ewî xwe dida alîkî û vedikʼişîya, ji tirsa ewêd ku digotin, gerekê necihû bêne sinetkirinê.


Lê fêrisî û qanûnzana bîna xwe teng dikir û digotin: «Eva gunekʼara qebûl dike û tʼevî wan nan dixwe».


Heger yek bê cem we û vê hînkirinê neyne, hûn wî qebûl nekine malêd xwe û silavê nedine wî.


Lê belê min werʼa nivîsî, ku hûn tʼevî wî nebin, yê ku navê xwedênasîyê ser e, lê qav e, tima ye, pʼûtpʼarist e, buxdanbêj e, serxweş e, yan jî tʼalankir e. Tʼevî yê usa hʼeta nên jî nexwin!


Wî çaxî eʼmir kir ku bi navê Îsa Mesîh bêne nixumandinê. Paşê wana hîvî ji wî kir ku çend rʼoja li wir bimîne.


Hingê Petrûs ew tʼeglîfî malê kirin, cîyê şevê da wan. Rʼoja dinê Petrûs rʼabû tʼevî wan çû, çend bawermendêd Yafayê jî tʼevî wî çûn.


Çaxê fêrisîya ev yek dît, şagirtêd Wîrʼa gotin: «Çima Dersdarê we tʼevî xercgir û gunekʼara dixwe û vedixwe?»


Wî çaxî Îsa ji cem Qeyafa birine qesira welî. Serê sibehê zû bû û cihû nekʼetine qesirê, wekî xwe li gora eʼdetêd şûştin-veşûştinê nehʼerʼimînin, ku bikaribin xwarina Cejina Derbazbûnê bixwin.


Niha merîya bişîne Yafayê gazî Şimhʼûn ke, yê ku jêrʼa Petrûs dibêjin, ew çawa mêvan li mala Şimhʼûnê çʼermkerda ber beʼrê dimîne›.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite