Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




شُله رسولا 11:27 - Peymana Nû (Încîl)

27 Wan rʼoja ji Orşelîmê pʼêxember berjêrî Entakyayê bûn.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

27 Di wan rojan de hin pêxember ji Orşelîmê berjêrî Entakyayê bûn.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

27 Ԝан рʼожа жь Оршәлиме пʼехәмбәр бәржери Әнтакйайе бун.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

27 وان رُژادا چَند پِیغَمبَر ژه اورشلیمه ژُردا هاتنَ بُ اَنطاکیه.

Gade chapit la Kopi




شُله رسولا 11:27
19 Referans Kwoze  

Civîna Entakyayêda çend pʼêxember û dersdar hebûn, Barnabas, Şimhʼûnê ku jêrʼa Nîgêr digotin, Lûkyoyê ji Kûrênê, Menayînê ku tʼevî Hêrodesê serwêr mezin bibû û Şawûl.


Û Xwedê pêşîyê hinek civînêda kirine şandî, ya duda pʼêxember, ya sisîya dersdar, paşê yêd kʼeremetkir, peyrʼa yêd xweyîyê pʼêşkʼêşêd nexweşqenckirinê, kʼomekdarîyê, seʼvîtîyê û yêd zimanêd xerîb.


Eva Ew bû, Yê ku pʼêşkʼêş dane meriva, ku hinek bibine şandî, hinek pʼêxember, hinek mizgîndar, hinek jî seʼvî û dersdar.


Cihûda û Sîlas jî ku pʼêxember bûn, bi gelek xebera dil dane bawermenda û ew şidandin.


‹Rʼojêd axirîyêda Xwedê dibêje wê aha be: Ezê ji Rʼuhʼê Xwe ser hʼemû merivada bibarînim, kurʼ û qîzêd weyê pʼêxembertîyê bikin, cahilêd weyê dîtinoka bibînin û kal-pîrêd weyê jî xewna.


Bona vê yekê va Ezê pʼêxembera, serwaxta û qanûnzana bişînime cem we û hûnê ji wan hineka bikujin, xaç kin, hineka jî nav kʼinîştêd xweda bidine ber qamçîya û bajar-bajar bizêrînin.


Û rʼuhʼêd pʼêxembera bin seʼvîtîya pʼêxemberada ne,


Çar qîzêd wîye bikʼir hebûn, ku pʼêxembertî dikirin.


Me şagirt dîtin, em hʼeft rʼoja li wir man. Wana bi Rʼuhʼê Pîroz digote Pawlos ku neçe Orşelîmê.


Lema jî serwaxtîya Xwedê got: ‹Ezê pʼêxember û şandîya bişînime cem wan, ji wan hineka wê bikujin, hineka jî bizêrînin›.


Eva yeka hʼemû bawermenda xweş hat û ev merivana bijartin: Steyfan, merivekî bi bawerî û Rʼuhʼê Pîrozva tʼijî, Fîlîpo, Prokoro, Nîkanor, Tîmon, Parmênas û Nîkoloyê ji Entakyayê, ku ji pʼûtpʼaristîyê hatibû ser bawerîya cihûya.


Lê nava wanda hinek ji merivêd Qubrisê û Kûrênê hebûn, ku gava çûn kʼetine Entakyayê, yûnanarʼa jî xeber didan, Mizgînîya Xudan Îsa didan.


Bona wan ev deng-beʼsa gihîşte civîna Orşelîmê, Barnabas şandine Entakyayê.


Ji wir jî bi gemîyê çûne Entakyayê, wî cîyê ku spartî kʼerema Xwedê bibûn bona wî şixulê ku ser hevda anîn.


Hingê li şandîya, berpirsîyara û tʼemamîya civînê xweş hat, ku ji nava xweda çend meriva bibijêrin û tʼevî Pawlos û Barnabas bişînine Entakyayê. Ev bûn yêd ku hatine şandinê: Cihûdayê ku jêrʼa digotin Barsabo û Sîlas. Nava bawermendada evana eʼyan bûn.


Hingê ew verʼêkirin, berjêr çûne Entakyayê cimeʼt civandin, neʼme dane wan.


Gava gihîşte Qeyserîyê, hevraz çû Orşelîmê silav da civînê, paşê berjêr çû Entakyayê.


yekî dinrʼa qewat, wekî kʼeremeta bike, yekî dinrʼa pʼêxembertî, yekî dinrʼa feʼmîna ku rʼuhʼa ji hev derxe, yekî dinrʼa zimanêd xerîb, yekîrʼa jî şirovekirina wan zimana.


Lê gava Petrûs hate Entakyayê, ez aşkere miqabilî wî rʼabûm, çimkî ewî şaş bû.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite