Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




شُله رسولا 11:23 - Peymana Nû (Încîl)

23 Gava gihîştê û kʼerema Xwedê dît, şa bû û dil dida wan hʼemûya ku bi tʼemamîya dilê xweva Xudanrʼa amin bimînin.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

23 Îcar gava ku ew hat, wî kerema Xwedê dît, şa bû û ew hemû şidandin ku ji dil bi Xudan ve girêdayî bimînin.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

23 Гава гьһиште у кʼәрәма Хԝәде дит, ша бу у дьл дьда ԝан һʼәмуйа кӧ бь тʼәмамийа дьле хԝәва Хӧданрʼа амьн бьминьн.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

23 وقته اَو هاتَ وِدَره و لطفا خدا دیت، کَیف خوش بو و همو تشویق گِرِن گو بِ تواوی دل بُ خاده وفادار بِمینِن.

Gade chapit la Kopi




شُله رسولا 11:23
37 Referans Kwoze  

Awa xûşk-birayêd mine delal, qewîn bimînin, ji cîyê xwe nehʼejin, her gav şixulê Xudanda pêşda herʼin, bizanibin xebata we boş-betal nîne li ber Xudan.


Dilê şagirta dişidandin û dil didane wan, ku bawerîyêda bimînin û digotin: «Gerekê em bi gelek cefakʼişandinê bikʼevine Pʼadşatîya Xwedê».


Gava civîna kʼinîştê bela bû, gelek cihû û ji necihûyêd ku hatibûne ser bawerîya cihûya pey Pawlos û Barnabas diçûn. Wanarʼa xeber didan û dil didane wan, wekî tʼimê nava kʼerema Xwedêda bimînin.


Belê zarʼokno, nava Wîda bimînin, wekî çaxê Ew eʼyan be, em ji hatina Wî venekʼişin, li ber Wî şermî nemînin.


Lê te nasîya xwe daye hînkirin, rʼabûn-rʼûniştin û nêt-meremê min, bawerî, sebir û hʼizkirina min, bînfireyî,


gihîşte we. Û ew Mizgînî tʼemamîya dinyayêda digihîje û ber dide, çawa nava weda jî ji wê rʼojêda, gava we bihîst û kʼerema Xwedê tʼemamîya rʼastîya wêva nas kir.


Lê ez eʼmirê xwe layîqî tʼu tiştî nakim, tʼenê dikim bigihîjime meremê xwe û wê qulixa ku min ji Xudan Îsa standîye bînime sêrî, awa gotî Mizgînîya kʼerema Xwedê bi meʼrîfetî dannasîn kim.


Şabûna mine ji vê mestir tʼune, çaxê dibihêm ku zarʼêd min nava rʼastîyêda dijîn.


Ji wir jî bi gemîyê çûne Entakyayê, wî cîyê ku spartî kʼerema Xwedê bibûn bona wî şixulê ku ser hevda anîn.


Nav Minda bimînin, Ez jî nav weda. Çawa çʼiqil xwexa nikare ber bide, heger kʼolêva nemîne, usa jî hûn nikarin, heger Minva nemînin.


Hingê Îsa şagirtêd Xwerʼa got: «Heger yek dixwaze li pey Min bê, bira xwe înkʼar ke, xaçê xwe hilde û li pey Min bê.


Gava ez aha dişêwirîm, gelo min sivikayî kir? Yan şêwira xweda mîna bendê vê dinyayê şêwirîm, ku «Belê» û «Na»-ya min sibeh-êvar nebe yek?


Niha ez we dispêrime Xwedê û Xebera kʼerema Wî, ku dikare we rʼuhʼanîyêda ava ke û pʼara we tʼevî tʼemamîya cimeʼta Xwe ke.


Pawlos jî Sîlas bijart û ji bira spartî kʼerema Xudan bûn, rʼêkʼetin çûn.


Gava ku Îsa bawerîya wan dît, gote yê şilûşeʼt: «Lawo, gunêd te hatine baxşandinê».


Awa yekî lêwî ji Qubrisê, navê wî Ûsiv, ku şandîya jêrʼa digot Barnabas, ku tê feʼmkirinê: «Yê Dildayînê»,


yê dil dide mêriv, bira li pey wê yekê be, ewê pʼarevedike, bira bi merʼdanî bike, ewê serwêr e, bira xîret be, ewê qencîyê dike, bira bi eşq û şa bike.


Em jî çawa heval-xebatêd Xwedê îdî hîvî ji we dikin, yêd ku kʼerema Xwedê standine, nehêlin ku ew kʼerem bêfeyde be.


Min bi destê Sîlas, çawa birakî amin ez wî hʼesab dikim, kin werʼa nivîsî, dil didime we û şeʼdetîyê didim, ku ev e kʼerema Xwedêye rʼast. Vêda hûn qewîn bisekinin.


Çimkî çend meriv dizîva kʼetine nava we, ku derheqa dîwana wanda hê pêşda nivîsar bû. Ewêd nepʼak bin navê kʼerema Xwedêyê me xwe dane bênamûsîyê û Xudanê me Îsa Mesîh Xweyîkî bêşirîkî-bêheval înkʼar kirine.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite