Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




شُله رسولا 10:28 - Peymana Nû (Încîl)

28 Ewî wanarʼa got: «Hûn xwexa zanin ku ne eʼdetê mêrê cihû ye, ku tʼevî necihûya rʼabe-rʼûnî, yan hevva herʼin-bên. Lê Xwedê ber min vekir, wekî ez tʼu kesî pʼîs yan hʼeram hʼesab nekim.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

28 Petrûs ji wan re got: «Hûn bi xwe qenc dizanin ku ji bo yekî Cihû çiqas ne rast e ku bi yekî ji miletên din re têkiliyê deyne an here ba wî; lê Xwedê nîşanî min da ku ez ji tu kesî re nebêjim murdar an heram.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

28 Әԝи ԝанарʼа гот: «Һун хԝәха заньн кӧ нә әʼдәте мере щьһу йә, кӧ тʼәви нәщьһуйа рʼабә-рʼуни, йан һәвва һәрʼьн-бен. Ле Хԝәде бәр мьн вәкьр, ԝәки әз тʼӧ кәси пʼис йан һʼәрам һʼәсаб нәкьм.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

28 پِطرُس گُتَ وان: «اون بوخو دِزانِن بُ یهودیا دوز نینَ گو تِگَلیا اَونه گو ژه مِلَته دیتِرِن بِگَن آن بِچِنَ مالا واندا. بله خدا نیشا مِن دایَ گو اَز نابی بِژِمَ چه کَسه حرام آن مِرار.

Gade chapit la Kopi




شُله رسولا 10:28
15 Referans Kwoze  

Wê kʼulfeta samerî jêrʼa got: «Tu cihû yî û ez jî kʼulfeteke samerî me. Tu çawa ji min avê dixwazî?» Çimkî tʼu heleqetîya cihûya tʼevî samerîya tʼunebû.


Cara duda ewî dengî ji eʼzmên li min vegerʼand û got: ‹Ew tiştêd ku Xwedê hʼelal kirîye, tu hʼeram hʼesab neke›.


Wî çaxî Îsa ji cem Qeyafa birine qesira welî. Serê sibehê zû bû û cihû nekʼetine qesirê, wekî xwe li gora eʼdetêd şûştin-veşûştinê nehʼerʼimînin, ku bikaribin xwarina Cejina Derbazbûnê bixwin.


Ser xeberdana wanda şagirtêd Îsa hatin. Ew gelekî eʼcêbmayî man, ku Wî tʼevî kʼulfetê xeber dida, lê kesî negotê: «Tu çi dixwazî?» yan «bona çi tʼevî wê xeber didî?»


Ewê fêrisî tʼenê sekinîbû xweda guman bi vî cûrʼeyî dua dikir: ‹Xwedêyê min, şikirdar im, ku ez ne mîna wan meriva me, yêd ku tʼalanîyê, neheqîyê, zinêkʼarîyê dikin û ne jî mîna vî xercgirî me.


Wana dît ku hineke ji şagirtêd Wî bi destêd hʼeram, awa gotî destneşûştî nan dixwin.


Bona wê yekê jî gava gazî min kirin, min na-na nekir rʼabûm hatim. Û ez niha dipirsim, we bona çi gazî min kirîye?»


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite