Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




شُله رسولا 10:22 - Peymana Nû (Încîl)

22 Wan got: «Korʼnêlyoyê sersed em şandine. Ew merivekî rʼast, xwedêxof û alîyê tʼemamîya miletê cihûyada jî xweyîyê şeʼdetîya qenc e. Ewî eʼmir ji milyakʼetekî pîroz stand, ku te gazî mala xwe ke û xeberdana te bibihê».

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

22 Wan bersîv da û gotin: «Kornêlyosê sersed em şandin. Ew zilamekî rast û xwedêtirs e û ji aliyê hemû gelê Cihûyan ve li ser wî bi qencî tê peyivîn. Ji aliyê milyaketekî pîroz ve jê re hat gotin ku bişîne pey te ku tu bêyî mala wî û tiştê ku tê bêjî bibihîze.»

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

22 Ԝан гот: «Корʼнелйойе сәрсәд әм шандьнә. Әԝ мәрьвәки рʼаст, хԝәдехоф у алийе тʼәмамийа мьләте щьһуйада жи хԝәйийе шәʼдәтийа ԛәнщ ә. Әԝи әʼмьр жь мьлйакʼәтәки пироз станд, кӧ тә гази мала хԝә кә у хәбәрдана тә бьбьһе».

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

22 اَوان گُتن: «کُرنِلیوس، افسره رومی اَم رِگِرِنَ. اَو مِرُوَگه صالِح و خداتِرسَ و تواوی یهودی مَحتا وی دِگَن. اَوی ژه میلیاکَتَگه مُقدس دَستور اِستاند گو مِرُوا رِگَتَ دوو تَ گو تِ بِچی مالا وی و اَو قِسه تَ بِبیهیسیت.»

Gade chapit la Kopi




شُله رسولا 10:22
36 Referans Kwoze  

Ewê terʼa wan gotina bêje, bi kʼîjana tê û tʼemamîya neferêd mala xweva xilaz bî›.


Ew mala xweva yekî xweyîman û xwedêxof bû, cimeʼta cihûyarʼa jî gelek xêr dikirin û her gav ber Xwedê dua dikir.


Bona Dîmîtrîyo hʼemû jî şeʼdetîya qenc didin, hʼeta ku rʼastî jî. Em jî şeʼdetîyê didin û tu zanî ku şeʼdetîya me rʼast e.


Dixwazim wekî hûn gotinêd pʼêxemberêd pîroz, ku pêşda gotibûn û wê tʼemîya Xudan û Xilazkir, ku bi şandîya hatine gotinê bîr bînin.


Bi bawerîyê pêşîyêd me li Xwedê xweş hatin.


Lê yê ber Min rʼast, wê bi bawerîyê bijî û heger ew paşda vekʼişe, Ez wî begem nakim».


Wekî din jî gerekê qedirê wî cem yêd ji civînê der jî hebe, ku nebe bê rʼezîlkirinê û bikʼeve tʼeleka mîrêcin.


Ev her tişt ji Xwedêda ne, ku em bi Mesîh tʼevî Xwe li hev anîn û qulixê lihevanînê da me.


Çimkî Mizgînî dide kʼifşê, ku Xwedê çawa meriva rʼast hʼesab dike, dike kirasê xwe, ev yek ji sêrî hʼeta binî bi bawerîyê ye, çawa nivîsar e: «Yê rʼast wê bijî, çimkî bawer dike».


Ez Xwedêda jî guman im, çawa ku ew jî wê gumanê ne, ku hʼemû heq û neheqê ji mirinê rʼabin.


Yekî navê wî Hananîya, anegorî Qanûnê xwedêxof, nav cihûyêd Şamêda jî ew xweyîyê şeʼdetîya qenc bû,


Min jî pêrʼa-pêrʼa şandine cem te û te jî qenc kir ku tu hatî. Niha em hʼemû jî li ber Xwedê sekinî ne, ku çi ji Xudan terʼa hatîye eʼmirkirinê bêjî, em jî bibihên».


Ew çawa mêvan mala Şimhʼûnê çʼermkerda ber beʼrê dimîne».


Niha gelî bira, ji nava xweda hʼeft merivêd bi şeʼdetîya navê qenc bibijêrin, ku bi îzbatî Rʼuhʼê Pîroz û serwaxtîyêva tʼijî ne, wekî em wan daynine ser vî şixulî.


Ez ne tʼenê bona wan hîvî dikim, lê bona wan jî, yêd ku bi gotina wan wê bawerîya xwe Min bînin,


Ew xeberêd ku Te dane Min, Min jî dane wan û wana ew qebûl kir, ewê rʼastîyê pê hʼesîyan, ku Ez ji Te hatime û bawer kirin ku Te Ez şandime.


Ez rʼast bê xêlif werʼa dibêjim, ewê ku wî qebûl ke, kʼîjanî ku Ez dişînim, ew Min qebûl dike û ewê ku Min qebûl dike, Yê ku Ez şandime qebûl dike».


Şimhʼûn-Petrûs lê vegerʼand û gotê: «Xudan, emê herʼine cem kʼê? Gotinêd jîyîna hʼeta-hʼetayê cem Te ne.


Rʼuhʼ jîyînê dide, beden berga tiştekî nagire. Ew xeberêd ku Min werʼa gotin, Rʼuhʼ û jîyîn in.


Ez rʼast bê xêlif werʼa dibêjim: Her kesê ku guh bide gotinêd Min û Wî bawer bike, Yê ku Ez şandime, jîyîna wîye hʼeta-hʼetayê heye. Dîwana wî nayê kirinê, lê ew ji mirinê derbazî jîyînê bûye.


Merivekî qencî şîrhʼelal û endemê civîna giregira cihûya hebû, navê wî Ûsiv.


Hingê merivek Orşelîmêda hebû, navê wî Şimhʼûn bû. Ew merivekî rʼast, xwedêxof û li hîvîya berdilîya Îsraêlê bû. Rʼuhʼê Pîroz jî li ser wî bû


Ewê ku Min û xeberêd Min nav vî nisilê xalifî û gunekʼarda şerm hʼesab ke, Kurʼê Mêriv jî wê wî şerm hʼesab ke, gava rʼûmeta Bavê Xweva tʼevî milyakʼetêd pîroz bê».


çimkî Hêrodes ji Yûhʼenna ditirsîya û ew xwey dikir. Ewî zanibû ku Yûhʼenna merivekî rʼast û buhurtî ye. Gava ku guhdarîya gotina wî dikir, serê wî tʼevîhev dibû, lê dîsa bi hʼewas guh dida gotina wî.


Lê Ûsivê dergîstîyê wê ku merivekî rʼast bû, nexwest wê rʼûrʼeş ke, fikirî ku dizîva wê berʼde.


Lê wan xewnêda eʼmir stand, ku venegerʼine cem Hêrodes, ew îdî rʼêke dinva çûne welatê xwe.


Û kʼî Min û xeberêd Min şerm hʼesab ke, Kurʼê Mêriv jî wê wî şerm hʼesab ke, gava Ew bi rʼûmeta Xwe, rʼûmeta Bavê û milyakʼetêd pîrozva bê.


Petrûs jî peya bû, çû cem wan meriva û got: «Ez im ewê ku hûn lê digerʼin. Hûn bona çi hatine?»


Korʼnêlyo got: «Berî çar rʼoja, nêzîkî vî çaxî min duayê sihʼeta sisîya mala xweda dikir, nişkêva merivek bi kʼincê çîl-qerqaş li ber min sekinî


ewê ji wê şerava hêrsa Xwedê vexwe, ya ku av tʼevnekirî ye, kʼasa Wîye xezebêda dagirtî ye. Ewê li ber milyakʼetêd pîroz û li ber Berx agir û kʼirkʼûtêda cefê bikʼişîne.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite