Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




شُله رسولا 10:2 - Peymana Nû (Încîl)

2 Ew mala xweva yekî xweyîman û xwedêxof bû, cimeʼta cihûyarʼa jî gelek xêr dikirin û her gav ber Xwedê dua dikir.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

2 Ew bi hemû maliyên xwe ve dîndar û xwedêtirs bû, wî gelek xêr bi gelê Cihû dikirin û herdem li ber Xwedê dua dikir.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

2 Әԝ мала хԝәва йәки хԝәйиман у хԝәдехоф бу, щьмәʼта щьһуйарʼа жи гәләк хер дькьрьн у һәр гав бәр Хԝәде дӧа дькьр.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

2 اَو و تواوی اَهله مالا وی دیندار و خداتِرس بون. کُرنِلیوس دَستوَگِری صدقَ دِدا خلقه و همو جاره حُضورا خدادا دعا دِگِر.

Gade chapit la Kopi




شُله رسولا 10:2
51 Referans Kwoze  

Ewî ku li wî nihêrʼî, saw kʼete ser û got: «Çi ye Xudan?» Milyakʼet gotê: «Xwedê dua û xêrêd te qebûl kirin û ew bîr nake.


Wan got: «Korʼnêlyoyê sersed em şandine. Ew merivekî rʼast, xwedêxof û alîyê tʼemamîya miletê cihûyada jî xweyîyê şeʼdetîya qenc e. Ewî eʼmir ji milyakʼetekî pîroz stand, ku te gazî mala xwe ke û xeberdana te bibihê».


Pawlos rʼabû, destê xwe hʼejand û got: «Gelî cimeʼta Îsraêlê û necihûyêd ku ji Xwedê ditirsin guhdar bin!


Lê ji nav her miletîda, yê ku ji Wî xof dike û rʼastîyê dike li Wî qebûl e.


Gava ew milyakʼetê ku wîrʼa xeber dida çû, ewî gazî du xulamêd malê û eskerekî berdestîyî xweyîman kir


Merivêd xwedêxof Steyfan defin kirin û şîneke giran ser kirin.


Xudan, kʼî ji Te wê netirse û rʼûmetê nede wî navê Te? Çimkî Tu tʼenê Yê pîroz î. Hʼemû miletê berbi Te bên û serê xwe ber Te daynin, çimkî kirêd Teye rʼast xuya bûn».


Kirîspoyê serwêrê kʼinîştê jî neferêd xweva bawerîya xwe Xudan anî û ji korintʼîya geleka ku bihîstin, bawer kirin û pê avê hatine nixumandinê.


Gelî bira, zarʼêd xûn-qinêta Birahîm û necihûyêd nava wedaye ku ji Xwedê ditirsin, merʼa ev xebera ku pê xilaz dibin hate şandinê.


Hingê merivek Orşelîmêda hebû, navê wî Şimhʼûn bû. Ew merivekî rʼast, xwedêxof û li hîvîya berdilîya Îsraêlê bû. Rʼuhʼê Pîroz jî li ser wî bû


Heger serwaxtîya yekî ji we tʼêra wî nake, bira hîvî ji Xwedê bike û wê ji wîrʼa bê dayînê. Ew bi merʼdanî dide hʼemûya û tʼu kesî bêqedir nake.


Her gav xwe bidine dua, duakirinêda hʼişyar bimînin, şikirîya xwe li Xwedê bînin.


Yekî navê wî Hananîya, anegorî Qanûnê xwedêxof, nav cihûyêd Şamêda jî ew xweyîyê şeʼdetîya qenc bû,


Lê cihûya hêlan dane kʼulfetêd xwedêbawere xweyîqedir, tʼevî giregirêd bajêr, miqabilî Pawlos û Barnabas rʼakirin û ji sînorêd xwe derxistin.


û got: ‹Korʼnêlyo! Xwedê duayêd te bihîstin û xêrêd teye kirî jî bîr anîn.


Yafayêda kʼulfeteke şagirt hebû, navê wê Tabîtʼa, ku «Xezal» tê welgerʼandinê. Eva nava hʼemû qencî û xêrkirinada mabû.


Awa civîn li tʼemamîya Cihûstanê, Celîlê û Sameryayê demekê eʼdilayîyêda bû, rʼuhʼanîyêda ava dibû, bi xofa Xudan û bi dildayîna Rʼuhʼê Pîroz pêşda diçû, bawermend zêde dibûn.


Xudan wîrʼa got: «Rʼabe herʼe wê kʼûça ku jêrʼa Rʼast dibêjin, mala Cihûdada bona yekî ji Tarsûsê navê wî Şawûl bipirse, çimkî va ye ew dua dike,


Îsa meselek bona wê yekê şagirtarʼa got, wekî her gav dua bikin û aciz nebin


Wî çaxî Orşelîmêda cihûyêd xwedêxof diman, ew ji nav hʼemû miletêd bin pʼerʼê eʼzmênda hatibûn.


Ewê terʼa wan gotina bêje, bi kʼîjana tê û tʼemamîya neferêd mala xweva xilaz bî›.


Usa jî ewê ku du telant standibûn, duduyêd din jî qazinc kirin.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite