Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




یوحنا 2 1:12 - Peymana Nû (Încîl)

12 Gelek tiştêd mine nivîsarê werʼa hene, lê min nexwest ser kʼaxazê bi hʼubirê binivîsim, çimkî gumana min heye ezê xwexa bême cem we û rʼû bi rʼû tʼevî we xeber dim, wekî eşqa me tʼemam be.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

12 Hê gelek tiştên ku ez ji we re binivîsim hene, lê min nexwest ku ez bi kaxez û bi hibrê binivîsim. Ez hêvî dikim ku ez bêm ba we û rû bi rû bi we re bipeyivim, da ku şahiya me temam bibe.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

12 Гәләк тьштед мьнә ньвисаре ԝәрʼа һәнә, ле мьн нәхԝәст сәр кʼахазе бь һʼӧбьре бьньвисьм, чьмки гӧмана мьн һәйә әзе хԝәха бемә щәм ԝә у рʼу бь рʼу тʼәви ԝә хәбәр дьм, ԝәки әшԛа мә тʼәмам бә.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

12 دوزَ گو مِن گَلَک دِشد هَنَ اَز بُ وَ بِنویسِم، بله اَز ناخازِم بِ کاغَذ و حِبره بیت. بَلگو اَز هِویدارِم بِمَ لاره وَ و اَم روبرو گَل یِگودو قِسَ گَن گو شادیا مَ کامِل بیت.

Gade chapit la Kopi




یوحنا 2 1:12
15 Referans Kwoze  

Hê gelek tişt hene ku Ez werʼa bêjim, lê niha hûn nikarin wan bibin.


Min ev yekana werʼa gotin, wekî şabûna Min nava weda bimîne û şabûna we tʼemam be.


Em van tişta werʼa dinivîsin, wekî şabûna me tʼemam be.


Lê îlahî ez hîvî dikim ku dua bikin, wekî ez zûtirekê vegerʼime cem we.


gava herʼime Spanyayê. Awa gumana min heye, ku ezê ser rʼîya xwe serîkî li we xim û ji wir hûn min verʼêkin ez herʼime Spanyayê, gava bîna min hinekî pê we derê.


Lê niha Ez tême cem Te û van yeka dinyayêda dibêjim, wekî şabûna Min dilê wanda tʼemam be.


Hʼeta niha we pê navê Min tʼu tişt nexwestîye. Bixwazin, hûnê bistînin, usa wekî şabûna we tʼemam be.


Zanibin ku Tîmotʼêyoyê birê me ji kelê derkʼetîye. Heger ew zû bê, ezê tʼevî wî bêm we bibînim.


Pêştirî vê yekê jî, minrʼa cîkî mayînê hazir ke, çimkî gumana min heye, ku Xwedêyê caba duayêd we bide, min paşda bide we.


Gava ez hêsirêd te tînime bîra xwe, dikʼevime demana dîtina te, wekî şabûn bikʼeve dilê min.


Bûk bona kʼê be zeʼva ew xwexa ye. Lê çawa destebirakê zeʼvê sekinî bona wî dibihê û bi dengê wî şa dibe, usa jî niha dilê min şabûnêva tʼijî bû.


Bona vê yekê gava ez bêm, ezê kirêd wî gilî kim, ku çawa davêje me, xeyba me dike. Bi vê yekê jî rʼazî nabe, ne ku tʼenê bira qebûl nake, lê yêd ku dixwazin bira qebûl kin, ber wan rʼadibe û wan ji civînê jî derdixe!


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite