Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




یوحنا 1 5:1 - Peymana Nû (Încîl)

1 Her kesê ku bawer dike, Îsa, Mesîh e, ew ji Xwedê bûye û her kesê ku Bavê hʼiz dike, ew zarʼa Wî jî hʼiz dike.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

1 Her kesê ku bawer dike ku Îsa, Mesîh e, ji Xwedê çêbûye û her kesê ku ji Bav hez dike, ji zarokê Bav jî hez dike.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

1 Һәр кәсе кӧ баԝәр дькә, Иса, Мәсиһ ә, әԝ жь Хԝәде буйә у һәр кәсе кӧ Баве һʼьз дькә, әԝ зарʼа Ԝи жи һʼьз дькә.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

1 اَو کَسه گو ایمان هَبیت عیسی هَمَن مسیحَ، ژه خدا هاتیَ دُنیایه؛ اَو کَسه گو هَژَ بابو دِگَت، هَژَ اَوه گو ژه وی هاته بیتَ دُنیایه ژی دِگَت.

Gade chapit la Kopi




یوحنا 1 5:1
27 Referans Kwoze  

Heger hûn zanin ku Ew rʼast e, usa jî zanibin her kesê ku rʼastîyê dike, ew ji Wî bûye.


Îsa wanrʼa got: «Heger Xwedê Bavê we bûya, weyê Ez hʼiz bikirama, çimkî Ez ji cem Xwedê rʼabûm hatime vir. Ez ne ku xweserîxwe hatime, lê Ewî Ez şandime.


Delalno, de em hevdu hʼiz bikin, çimkî hʼizkirin ji Xwedê ye û her kesê ku hʼiz dike ew ji Xwedê bûye û Xwedê nas dike.


Em zanin ku em ji mirinê derbazî jîyînê bûne, çimkî em xûşk-birayêd xwe hʼiz dikin. Ewê ku hʼiz nake, ew nava mirinêda dimîne.


çimkî her kesê ku ji Xwedê bûye, dinyayê bindest dike. Û bi vî awayî em dinyayê bindest dikin, awa gotî bi bawerîya xwe.


Heger yek bêje: «Ez Xwedê hʼiz dikim», lê birê wî ber çʼeʼva rʼeş e, ew derewa dike. Heger ewê birê xwe ku dibîne hʼiz nake, ew nikare Xwedê hʼiz bike ku nabîne.


Her kesê ku ji Xwedê bûye, nava gunada namîne, çimkî binyatʼa Xwedê nava wîda dimîne û ew nikare nava gunada bimîne, çimkî ji Xwedê bûye.


Îsa lê vegerʼand û gotê: «Ez rʼast bê xêlif terʼa dibêjim, heger merivek dîsa nû nebe, ew nikare Pʼadşatîya Xwedê bibîne».


Şimhʼûn-Petrûs lê vegerʼand û gotê: «Tu Mesîh î, Kurʼê Xwedêyê sax».


Ewê ku birê xwe hʼiz dike, nava rʼonayêda dimîne û nabe sebeb, ku hinek ji rʼê bikʼevin.


Ewê ku dijene Min, ew dijene Bavê Min jî.


Hûn bi vê yekê dikarin Rʼuhʼê Xwedê nas bikin: Her rʼuhʼê ku Îsa Mesîh bi xûn û goşt hatî îqrar dike, ew ji Xwedê ye.


Şikir ji Xwedêrʼa, Bavê Xudanê me Îsa Mesîh, ku ji rʼeʼma Xweye pʼirʼ, careke din em dinê xistin, bi rʼabûna Îsa Mesîhe ji mirîya, wekî bibine xweyê gumana sax


Ewî li gora qirara Xwe em bi xebera rʼastîyê ji Xwe dinê xistin, wekî em bibine awazekî berêd deremeta pêşine eʼfirînêd Wî.


Û me bawer kirîye û em zanin ku Tu yî Pîrozê Xwedê».


Lê heger hebûka yekî vê dinê hebe û birê xwe hʼewcê tiştekî dibîne, dilê wî ser naşewite, hʼizkirina Xwedê çawa dikare dilê wîda bimîne?


Gava rʼîya xweda diçûn, ew gihîştine avekê û nemêr got: «Va ye av, îdî çi nahêle ku ez bême nixumandinê?»


Her tişt bi Wî eʼfirîn û bêyî Wî tʼu tişt neqewimî, çi ku qewimî.


Û ew kʼî ye, yê dinyayê bindest dike, pêştirî ewê ku bawer dike, ku Îsa Kurʼê Xwedê ye.


Em zanin her zarʼeke Xwedê nav gunada namîne, lê Nixurîyê Xwedê wî xwey dike û yê Xirab nêzîkî wî nabe.


çimkî ew miletê me hʼiz dike û kʼinîşt jî bona me çêkirîye».


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite