Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




یوحنا 1 4:20 - Peymana Nû (Încîl)

20 Heger yek bêje: «Ez Xwedê hʼiz dikim», lê birê wî ber çʼeʼva rʼeş e, ew derewa dike. Heger ewê birê xwe ku dibîne hʼiz nake, ew nikare Xwedê hʼiz bike ku nabîne.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

20 Eger yek bêje: «Ez ji Xwedê hez dikim» û ji birayê xwe nefret bike, derewkar e. Çimkî yê ku ji birayê xwe yê ku dibîne hez neke, nikare ji Xwedayê ku nabîne hez bike.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

20 Һәгәр йәк бежә: «Әз Хԝәде һʼьз дькьм», ле бьре ԝи бәр чʼәʼва рʼәш ә, әԝ дәрәԝа дькә. Һәгәр әԝе бьре хԝә кӧ дьбинә һʼьз накә, әԝ нькарә Хԝәде һʼьз бькә кӧ набинә.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

20 هَگو کَسَگ بِژیت: «اَز هَژَ خدا دِگَم،» بله نَفرَته بِرایه خو بِگَت، اَو دِرَوگَرَ. چون اَوه گو هَژَ بِرایه خو گو بِ چاو دِبینیت، نَگَت، نِگاریت هَژَ خدایه گو بِ چاو نَدیتیَ بِگَت.

Gade chapit la Kopi




یوحنا 1 4:20
9 Referans Kwoze  

Lê heger hebûka yekî vê dinê hebe û birê xwe hʼewcê tiştekî dibîne, dilê wî ser naşewite, hʼizkirina Xwedê çawa dikare dilê wîda bimîne?


Ewê ku dibêje: «Ez nava rʼonayêda me», lê birê wî ber çʼeʼva rʼeş e, ew hela hê nava teʼrîyêda ye.


Tʼu kesî Xwedê tʼu cara ne dîtîye. Heger em hevdu hʼiz dikin, Xwedê nava meda dimîne û hʼizkirina Wî dilê meda gihîştîye.


Yê ku dibêje: «Ez Wî nas dikim», lê tʼemîyêd Wî naqedîne, ew derewîn e û rʼastî nava wîda tʼuneye.


Lê ewê, ku birê wî ber çʼeʼva rʼeş e, ew nava teʼrîyêda ye, nava teʼrîyêda digerʼe û nizane kʼuda diçe, çimkî teʼrîyê çʼeʼvêd wî kor kirine.


We Ew nedîtîye, lê hûn Wî hʼiz dikin, niha jî nabînin, lê bawerîya xwe Wî tînin û şa ne bi wê eşqa mezine xweyîrʼûmet, ku bi zara nayê gotinê.


Heger em bêjin: «Em Xwedêva tʼevgirêdayî ne», lê teʼrîyêda bigerʼin, em derewa dikin û rʼastîyê nakin.


Bi vê yekê hʼemûyê zanibin hûn şagirtêd Min in, heger hûn hevdu hʼiz bikin».


Heger em bêjin: «Gunê me tʼune», em xwexa xwe dixapînin û rʼastî nava meda tʼune.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite