Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




یوحنا 1 4:2 - Peymana Nû (Încîl)

2 Hûn bi vê yekê dikarin Rʼuhʼê Xwedê nas bikin: Her rʼuhʼê ku Îsa Mesîh bi xûn û goşt hatî îqrar dike, ew ji Xwedê ye.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

2 Hûn bi vê yekê Ruhê Xwedê nas dikin: Her ruhê ku eşkere dike, Îsa Mesîh bi xwîn û goşt hatiye, ji Xwedê ye,

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

2 Һун бь ве йәке дькарьн Рʼӧһʼе Хԝәде нас бькьн: Һәр рʼӧһʼе кӧ Иса Мәсиһ бь хун у гошт һати иԛрар дькә, әԝ жь Хԝәде йә.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

2 اَمه وِسا رِحا خدا ناس گَن: هَچی رِحا بینیتَ اَزمان گو عیسیْ مسیحْ بِ جسمه انسانی هاتیَ، ژه خدایَ.

Gade chapit la Kopi




یوحنا 1 4:2
10 Referans Kwoze  

Bona vê yekê jî ez werʼa dibêjim, tʼu kes tʼune ku bi rʼêberîya Rʼuhʼê Xwedê xeber de û bêje: «Bira nifirʼ li Îsa be». Û kesek jî nikare bêje: «Îsa Xudan e», heger ne bi rʼêberîya Rʼuhʼê Pîroz.


Û Xeber bû xûn û goşt, bi kʼerem û rʼastîyêva tʼijî nav meda konê Xwe danî. Me rʼûmeta Wî dît, ew rʼûmeta Kurʼê Bavêyî tayê tʼenê.


Bê xeberdan, gelekî kʼûr e surʼa xwedêpʼaristîya me: Ew bi bedenî xuya bû, bi Rʼuhʼ rʼastîya Wî hate îzbatkirinê, milyakʼetava hate dîtinê, nav mileta hate dannasînkirinê, dinyayêda hate bawerkirinê û rʼûmetêrʼa hate hilatinê.


Her kesê ku bawer dike, Îsa, Mesîh e, ew ji Xwedê bûye û her kesê ku Bavê hʼiz dike, ew zarʼa Wî jî hʼiz dike.


Lê her rʼuhʼê ku Îsa bi xûn û goşt hatî îqrar nake, ew ne ji Xwedê ye. Ev ji ekʼsîmesîh e, bona kʼîjanî we bihîstibû ku wê bê û îdî ew li dinyayêda ye.


Ewê ku Kurʼ înkʼar dike, heleqetîya wî tʼevî Bavê tʼune. Lê yê ku Kurʼ îqrar dike, heleqetîya wî tʼevî Bavê heye.


Jîyîn eʼyan bû, me ew dît, em şeʼdetîyê didin û bona wê jîyîna hʼeta-hʼetayê werʼa dibêjin, ya ku cem Bavê bû û meva eʼyan bû.


Heger yek îqrar dike ku Îsa Kurʼê Xwedê ye, Xwedê nava wîda dimîne û ew jî nava Xwedêda.


Gelekêd ku xelqê ji rʼê derdixin hatine dinê, ew Îsa Mesîh bi xûn û goşt hatî îqrar nakin. Yêd aha xelqê ji rʼê derdixin û ekʼsîmesîh in.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite