Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




یوحنا 1 4:14 - Peymana Nû (Încîl)

14 Me dît û em şeʼdetîyê didin, ku Bavê Kurʼê Xwe şand, wekî bibe Xilazkirê dinyayê.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

14 Me dît û em şahidiyê dikin ku Bav Kurê xwe şand ku bibe Xilaskarê dinyayê.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

14 Мә дит у әм шәʼдәтийе дьдьн, кӧ Баве Кӧрʼе Хԝә шанд, ԝәки бьбә Хьлазкьре дьнйайе.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

14 و مَ دیتیَ و اَم شَهادَته دِدَن گو بابو، گوره خو رِگِریَ گو نجاتگَره دُنیایه بیت.

Gade chapit la Kopi




یوحنا 1 4:14
18 Referans Kwoze  

Hʼizkirin ev e, ne ku me Xwedê hʼiz kir, lê Ewî em hʼiz kirin û Kurʼê Xwe şand çawa mecala baxşandina gunêd me.


û wê kʼulfetêrʼa gotin: «Em îdî ne ku pê gotina te bawer dikin, lê me xwexa bihîst û em zanin ku ev e rʼast Xilazkirê dinyayê».


Û Xeber bû xûn û goşt, bi kʼerem û rʼastîyêva tʼijî nav meda konê Xwe danî. Me rʼûmeta Wî dît, ew rʼûmeta Kurʼê Bavêyî tayê tʼenê.


Rʼoja dinê Yûhʼenna dît ku Îsa berbi wî tê, ewî got: «Va ye! Berxê Xwedê, Yê ku gunêd dinyayê hildide!


Heger em şeʼdetîya meriva qebûl dikin, şeʼdetîya Xwedê hê zêde ye, çimkî eva şeʼdetîya Xwedê ye, ku bona Kurʼê Xwe şeʼdetî da.


Min bi destê Sîlas, çawa birakî amin ez wî hʼesab dikim, kin werʼa nivîsî, dil didime we û şeʼdetîyê didim, ku ev e kʼerema Xwedêye rʼast. Vêda hûn qewîn bisekinin.


Heger yek gotina Min bibihê û neqedîne, Ez dîwana wî nakim. Ez nehatime ku dîwana dinyayê bikim, lê wekî dinyayê xilaz kim.


Hûn nivîsarada kʼûr dibin, çimkî hûn dibêjin, jîyîna weye hʼeta-hʼetayê wanda ye û hema ew xwexa şeʼdetîya Min didin.


Ewê ku Xwedê şandîye Ew gotinêd Xwedê dibêje, çimkî Xwedê Rʼuhʼ bê çap dide Wî.


Gava Sîlas û Tîmotʼêyo ji Mekedonyayê hatin, Pawlos bi xîret tʼemamîya wextê xwe da hînkirina Xeberê û cihûyarʼa şeʼdetî dida ku Mesîh, Îsa ye.


de îjar hûn Wîrʼa çawa dibêjin: ‹Tu Xwedê bêhurmet dikî›, Yê ku Bavê pîroz kir û şande dinyayê, çimkî Min got: ‹Ez Kurʼê Xwedê me›.


Wî çi dît û çi bihîst bona wê yekê şeʼdetîyê dide, lê tʼu kes şeʼdetîya Wî qebûl nake.


Ez rʼast bê xêlif terʼa dibêjim, tiştê ku em zanin wê dibêjin, tiştê ku me dîtîye şeʼdetîya wê didin. Lê belê hûn şeʼdetîya me qebûl nakin.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite