Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




یوحنا 1 3:7 - Peymana Nû (Încîl)

7 Zarʼokno, bira tʼu kes we nexapîne. Yê ku rʼastîyê dike, ew yekî rʼast e, çawa Îsa rʼast e.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

7 Zarono, bila kes we nexapîne. Yê ku rastdariyê dike rastdar e, çawa ku ew rastdar e.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

7 Зарʼокно, бьра тʼӧ кәс ԝә нәхапинә. Йе кӧ рʼастийе дькә, әԝ йәки рʼаст ә, чаԝа Иса рʼаст ә.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

7 اَی زارویِت دَلال، نَهِلِن چه کَس وَ ره دَرخینیت. هَچی کَسه صالِح بونه بینیتَ جی، صالِحَ، هَ وِسا گو اَو صالِحَ.

Gade chapit la Kopi




یوحنا 1 3:7
28 Referans Kwoze  

Heger hûn zanin ku Ew rʼast e, usa jî zanibin her kesê ku rʼastîyê dike, ew ji Wî bûye.


Çimkî ne ku ewêd Qanûnê dibihên li ber Xwedê rʼast in, lê ewêd ku Qanûnê diqedînin wê rʼast bêne hʼesabê.


Her kesê ku bona vê yekê gumana xwe danîye ser Wî, ew xwe usa paqij dike, çawa ku Mesîh paqij e.


Ez vî tiştî derheqa wanda werʼa dinivîsim, yêd ku dixwazin we bixapînin.


Zarʼokêd min, ez vê yekê werʼa dinivîsim, wekî hûn guna nekin, lê heger yek gune bike, li cem Bavê piştgirê me, Îsa Mesîh, Yê Heq heye.


Lê ji nav her miletîda, yê ku ji Wî xof dike û rʼastîyê dike li Wî qebûl e.


(çimkî berê rʼonayîyê ji her qencîyê, heqîyê û rʼastîyê dibe)


Ewî gunêd me bedena Xweda rʼakirine ser dar, wekî em hindava gunada mirî bin û bona heqîyê bijîn: Bi dexmêd Wî hûn qenc bûn.


Çima hûn nizanin ku yêd neheq wê Pʼadşatîya Xwedê war nebin? Nexapin! Ne bênamûs, ne pʼûtpʼarist, ne zinêkʼar, ne jinêd hevrʼa dibin rʼobet, ne mêrêd hevrʼa dibin rʼobet,


hʼemû rʼojêd eʼmirê xweda, rʼast û hʼelal Wî bihʼebînin.


Tu bawer dikî, ku Xwedê yek e. Qenc e! cin jî bawer dikin û dibizdin.


û bi saya Îsa Mesîh bi berêd heqîyêva tʼijîbûyî bin, bona rʼûmet û pesinê Xwedê.


Lema Ez werʼa dibêjim, heger rʼastîya we ji rʼastîya qanûnzan û fêrisîya zêdetir nîbe, hûn tʼu car nakʼevine Pʼadşatîya Eʼzmana.


Xeberê biqedînin, ne ku tʼenê bibihên û usa xwe bixapînin.


Birahîm jî ji hʼemû tʼalanê xwe dehek da wî. (Pêşîyê navê Melkʼî-Sadiq şirovedibe: «Pʼadşê Heqîyê» û alîkî dinva jî ew «Pʼadşê Şelîmê» bû, awa gotî navê wî tê feʼmkirinê «Pʼadşê Eʼdilayîyê».)


Lê belê bona Kurʼ Xwedê dibêje: «Tʼextê Te Xwedêyo, tʼextê hʼeta-hʼetayê ye, şiva pʼadşatîya Te şiva heqîyê ye.


Bira tʼu kes bi xeberêd pʼûçʼ we nexapîne, çimkî bona van tişta hêrsa Xwedê li wan merivêd neguhdar rʼadibe.


Zarʼokno, ne ku em bi xeber yan zarê xwe hʼiz bikin, lê bi kira û rʼastîyê.


Hʼizkirin aha dilê meda gihîştîye, wekî Rʼoja Axretê em rʼûsipî bin, çimkî Mesîh vê dinyayêda çawa derbaz kir, usa jî em derbaz dikin.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite