Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




یوحنا 1 3:3 - Peymana Nû (Încîl)

3 Her kesê ku bona vê yekê gumana xwe danîye ser Wî, ew xwe usa paqij dike, çawa ku Mesîh paqij e.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

3 Her kesê ku hêviya xwe bi wî ve girêdide, wek ku ew paqij e, xwe paqij dike.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

3 Һәр кәсе кӧ бона ве йәке гӧмана хԝә данийә сәр Ԝи, әԝ хԝә ӧса паԛьж дькә, чаԝа кӧ Мәсиһ паԛьж ә.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

3 و هَچی کَسه گو وه اُمیده ویَ گِردَت، خو پاک دِگَت، هَ وِسا گو اَو پاکَ.

Gade chapit la Kopi




یوحنا 1 3:3
21 Referans Kwoze  

Em ku xweyê van soza ne delalno, de em xwe ji hʼemû kʼirêtîya qalib û rʼuhʼê xwe paqij kin û bi xofa Xwedê lap buhurtî-jibare bin.


Ewê ku dibêje: «Ez nava Wîda me», gerekê usa bijî, çawa Îsa jît.


Awa delalno, hûn ku hîvîya van yeka ne, bikin ku Ew we bêlekʼe û bêqusûr eʼdilayîyêda tʼevî Xwe bibîne.


Awa kʼamil bin, çawa ku Bavê weyî Eʼzmana kʼamil e.


Bikin ku tʼevî hʼemûya eʼdil bin û jîyîna pîroz derbaz kin. Bêyî pîrozîyê tʼu kes wê Xudan nebîne.


Awa hema merʼa rʼast serekkʼahînekî aha lazim bû, pîroz, bêsûc, bêqusûr, ji gunekʼara cudebûyî û ji eʼzmana jortir çûyî.


Ev yek ji vê gumanê tê, ya ku eʼzmanada werʼa tê xweyîkirinê, bona kʼîjanê we bihîstîye, gava pêşda xebera Mizgînîyêye rʼast


Nava me û wanda tʼu firqî danenî, bi bawerîyê dilê wan paqij kir.


wekî bi kʼerema Wî em rʼast bêne hʼesabê û bi wê gumanê jîyîna hʼeta-hʼetayê war bin.


Bi vî awayî Ewî sozêd here mezine qîmet dane me, wekî em bi wan tʼevî binyatʼa xwedêtîyê bin û ji wê boş-betalîya ku ji dilhavijîyêd dinê pêşda tê birʼevin.


Dilrʼeʼm bin, çawa Bavê we dilrʼeʼm e.


Hʼizkirin aha dilê meda gihîştîye, wekî Rʼoja Axretê em rʼûsipî bin, çimkî Mesîh vê dinyayêda çawa derbaz kir, usa jî em derbaz dikin.


Awa îdî du tişt hene, soz û sondê Xwedêye ku nayêne guhastinê, kʼîjanada nabe ku ew derew derê. Van her du tiştada dildayîneke meye eʼseyî heye, ku em lê sitʼar bûne, lema jî em dikarin xwe bavêjine wê gumana pêşîya xwe.


De Xudanê me Îsa Mesîh Xwexa û Bavê me Xwedê, Yê ku em hʼiz kirin û bi kʼeremê dildayîneke hʼeta-hʼetayê û gumaneke qenc da me,


Îşaya jî dibêje: «Tamareke Yêşa wê derê, bibe mîrê necihûya û necihû wê gumana xwe bidine ser Wî».


Bona wan Ez Xwe buhurtî-jibare dikim, wekî ew jî bi rʼastîyê buhurtî-jibare bin.


Xwe li Xwedê bigirin, Xwedê jî wê Xwe li we bigire. Destêd xwe bişon, gunekʼarno, dilê xwe paqij kin, dudilîno.


Şikir ji Xwedêrʼa, Bavê Xudanê me Îsa Mesîh, ku ji rʼeʼma Xweye pʼirʼ, careke din em dinê xistin, bi rʼabûna Îsa Mesîhe ji mirîya, wekî bibine xweyê gumana sax


Lê mîna wî Pîrozê ku gazî we kir, hûn jî pîroz bin nava hʼemû rʼabûn-rʼûniştina xweda.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite