Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




یوحنا 1 3:18 - Peymana Nû (Încîl)

18 Zarʼokno, ne ku em bi xeber yan zarê xwe hʼiz bikin, lê bi kira û rʼastîyê.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

18 Zarono, ne bi gotin û peyvê, lê bi kirin û rastiyê em hez bikin.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

18 Зарʼокно, нә кӧ әм бь хәбәр йан заре хԝә һʼьз бькьн, ле бь кьра у рʼастийе.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

18 اَی زارویِت دَلال، وَرِن اَم مُحبّته بِگَن، نه بِ گُتن و قِسَدانه بَلگو بِ عمل و راستیه.

Gade chapit la Kopi




یوحنا 1 3:18
18 Referans Kwoze  

Hʼizkirina we hʼilekʼarî nîbe, ji xirabîyê zivêr bin, xwe li qencîyê bigirin.


Awa we guhdarîya rʼastîyê kir û bi vî awayî xwe paqij kir, ku hʼizkirina we hindava xûşk-birada bê hʼilekʼarî be, niha bi dilê sax hevdu qayîm hʼiz bikin.


Hûn azayîyêrʼa hatine gazîkirinê xûşk-birano, lê tʼenê ew azayîya we bira nebe mecala xwestina binyatʼa însên. Dewsa wê bi hʼizkirinê hevdurʼa xulamtîyê bikin.


Lê rʼastîyê pê hʼizkirinê bêjin, her alîyada bigihîjine sêrî, ku Mesîh e.


Em kirêd bawerîya we, xebata weye ji hʼizkirinê û sebira wê gumana weye ser Xudanê me Îsa Mesîh tînine bîra xwe li ber Xwedê, Bavê me.


Zarʼokêd min, ez vê yekê werʼa dinivîsim, wekî hûn guna nekin, lê heger yek gune bike, li cem Bavê piştgirê me, Îsa Mesîh, Yê Heq heye.


Ji berpirsîyarê civînê, Xanima bijartî û zarʼêd wêrʼa, kʼîjana ku ez bi rʼastîyê hʼiz dikim, ne ku tʼenê ez, lê ew hʼemû jî, yêd ku rʼastîyê nas dikin,


Bona wan Ez Xwe buhurtî-jibare dikim, wekî ew jî bi rʼastîyê buhurtî-jibare bin.


Zarʼokno, bira tʼu kes we nexapîne. Yê ku rʼastîyê dike, ew yekî rʼast e, çawa Îsa rʼast e.


Ji berpirsîyarê civînê, Gayosê delalrʼa, kʼîjanî ku ez bi rʼastîyê hʼiz dikim.


çimkî ew miletê me hʼiz dike û kʼinîşt jî bona me çêkirîye».


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite