Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




یوحنا 1 3:16 - Peymana Nû (Încîl)

16 Em bi vê yekê hʼizkirinê hʼesîyan: Îsa jîyîna Xwe bona me da. Em jî gerekê jîyîna xwe bona xûşk-birayêd xwe bidin.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

16 Em hezkirinê bi vê yekê dizanin: Îsa canê xwe di ber me de da û divê em jî di ber birayan de canê xwe bidin.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

16 Әм бь ве йәке һʼьзкьрьне һʼәсийан: Иса жийина Хԝә бона мә да. Әм жи гәрәке жийина хԝә бона хушк-бьрайед хԝә бьдьн.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

16 اَم وِسا دِزانِن هَژه گِرِن چیَ گو اَوی جانه خو رِیا مَدا دا، و اَم ژی دِبی جانه خو رِیا بِرایادا بِدَن.

Gade chapit la Kopi




یوحنا 1 3:16
24 Referans Kwoze  

û xwe li hʼizkirinê bigirin, çawa Mesîh jî em hʼiz kirin û jîyîna Xwe bona me da, Xwedêrʼa bû hʼedî û qurbana bînxweş.


Ez tʼemîke nû didime we: Hevdu hʼiz bikin. Çawa ku Min hûn hʼiz kirin, hûn jî usa hevdu hʼiz bikin.


Çimkî Xwedê usa dinya hʼiz kir, ku Kurʼê Xweyî tayê tʼenê berva da, wekî her kesê ku bawerîya xwe Wî bîne unda nebe, lê jîyîna wîye hʼeta-hʼetayê hebe.


lê belê Xwedê hʼizkirina Xwe hindava meda hingê da kʼifşê, gava eme hê gunekʼar bûn, Mesîh bona me mir.


usa jî ji Îsa Mesîhê şeʼdê amin, Nixurîyê ji nava mirîya û serwêrê pʼadşêd eʼrdê. De bira rʼûmet û qudret Wîrʼa be hʼeta-hʼetayê, Yê ku me hʼiz dike û em pê xûna Xwe ji gunêd me aza kirin û em kirin kʼahînêd pʼadşatîyê, wekî Bavê Wî Xwedêrʼa em xizmetkʼarîyê bikin. Amîn!


Çimkî Mesîh carekê bona her tʼim bona guna cefa kʼişand, Yê heq bona neheqa, wekî me nêzîkî Xwedê ke. Ew alîyê bedenîda hate kuştinê, lê alîyê rʼuhʼanîda jîyînêrʼa hate vegerʼandinê.


çawa ku Kurʼê Mêriv nehatîye ku jêrʼa berdestîyê bikin, lê wekî Ew Xwexa berdestîyê bike û eʼmirê Xwe bide, ku geleka bikʼirʼe».


Niha miqatî xwe û tʼemamîya wî kerê pêz bin, ku Rʼuhʼê Pîroz hûn ser berpirsîyar kʼifş kirine. Şivantîyê civîna Xwedê bikin, ya ku Wî bi xûna Xwe qazinc kir.


Mêrno, jinêd xwe hʼiz bikin, çawa ku Mesîh civîn hʼiz kir û jîyîna Xwe ber wêva da,


hîvîya wê gumana xwezilî, xuyabûna rʼûmeta Xwedêyê mezin, Xilazkirê me Îsa Mesîh bin.


Wana bona min dest ji eʼmirê xwe kʼişand, ne ku tʼenê ez ji wan rʼazî me, lê tʼemamîya civînêd ji necihûya jî.


Ewê ku dibêje: «Ez nava Wîda me», gerekê usa bijî, çawa Îsa jît.


çawa ku Bav Min nas dike, Ez jî usa Wî nas dikim û eʼmirê Xwe bona pezêd Xwe didim.


Belê heger cî bê ku xûna min ser wê bawerîya weda bê rʼêtinê, ya ku xizmetkʼarîya weda çawa qurban Xwedêrʼa tê dayînê, ezê şa bim û tʼevî eşqa we bim.


Û stiraneke nû distiran digotin: «Tu hêja yî, ku wê kʼitêbê hildî û morêd wê jê rʼakî. Çimkî Tu hatî serjêkirinê û pê xûna xwe Te meriv ji her berekê, ji her zimanî, ji her cimeʼtê û ji her miletî kʼirʼîn bona Xwedê,


Ewî gunêd me bedena Xweda rʼakirine ser dar, wekî em hindava gunada mirî bin û bona heqîyê bijîn: Bi dexmêd Wî hûn qenc bûn.


Çimkî hûn zanin wekî hûn ji rʼaw-rʼizimêd kal-bavaye bêkêr, pê wan tiştêd ku unda dibin, awa gotî zêrʼa yan zîva nehatine kʼirʼînê,


çimkî ew bona şixulê Mesîh hʼeta ber derê mirinê jî çû û destê xwe ji eʼmirê xwe jî kʼişand, wekî dewsa wê xizmetkʼarîya ku weyê minrʼa bikira ewî xwexa bikira.


Ez im şivanê qenc. Şivanê qenc eʼmirê Xwe bona pezê Xwe dide.


Usa jî dilê me ser we dişewitî, hʼeta ku me dixwest ne ku tʼenê Mizgînîya Xwedê bida we, lê eʼmirê xwe jî, çimkî hûn bibûne delalîyêd me.


Ewê ku dibêje: «Ez nava rʼonayêda me», lê birê wî ber çʼeʼva rʼeş e, ew hela hê nava teʼrîyêda ye.


Awa mirin nava meda ya xwe dike, lê jîyîn nava weda.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite