Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




یوحنا 1 3:10 - Peymana Nû (Încîl)

10 Zarʼêd Xwedê û zarʼêd mîrêcin bi vê yekê ji hev têne firqîkirinê: Ewê ku rʼastîyê nake, ew ne ji Xwedê ye û usa jî ewê ku birê xwe hʼiz nake.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

10 Zarokên Xwedê û zarokên Îblîs bi vê yekê ji hev kifş dibin: Her kesê ku rastdariyê nake ne ji Xwedê ye û yê ku ji birayê xwe hez nake jî ne ji Xwedê ye.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

10 Зарʼед Хԝәде у зарʼед мирещьн бь ве йәке жь һәв тенә фьрԛикьрьне: Әԝе кӧ рʼастийе накә, әԝ нә жь Хԝәде йә у ӧса жи әԝе кӧ бьре хԝә һʼьз накә.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

10 وِسا آشگَرا دِبیت گو کِنَ زارویِت خدا و کِنَ زارویِت ابلیس: هَچی کَسه گو صالِح بونه نَگَتَ پِشه خو، ژه خدا نینَ، و هَمژی اَو کَسه گو هَژَ بِرایه خو ناگَت.

Gade chapit la Kopi




یوحنا 1 3:10
26 Referans Kwoze  

Yê ku hʼiz nake ew Xwedê nas nake, çimkî Xwedê hʼizkirin e.


Delalo, çʼeʼv nede xirabîyê, lê qencîyê. Ewê ku qencîyê dike, ji Xwedê ye, lê ewê ku xirabîyê dike, ewî Xwedê nedîtîye.


Û Ewî ev tʼemî daye me: Ewê ku Xwedê hʼiz dike, ew gerekê birê xwe jî hʼiz bike.


Hûn bavê xweda ji mîrêcin in û dixwazin xwestinêd bavê xwe bînine sêrî. Ew ji serê sêrîda qetʼil bû û wî tʼu car xwe rʼastîyê negirtîye, çimkî nava wîda rʼastî tʼune. Gava ew derewa dike, ew gora binyatʼa xwe dike, çimkî ew derewîn e û bavê derewa ye.


Eʼrd dinya ye, tʼoximê qenc jî merivêd pʼara Pʼadşatîyê ne, lê zîwan merivêd pʼara yê Xirab in.


Ewê ku ji Xwedê ye, gotinêd Xwedê dibihê. Bona wê yekê hûn gotinêd Xwedê nabihên, çimkî hûn ne ji Xwedê ne».


Lê hûn dijminêd xwe hʼiz bikin, qencîyê bikin, deyn bidin û hîvîya vegerʼandinê nemînin. Heqê weyê gelek be û hûnê bibine zarʼêd Yê Herî Jorin. Çimkî Ew bona bêşêkira jî, nerʼasta jî qenc e.


Em ji Xwedê ne. Yê ku Xwedê nas dike, ew guhdarîya me dike. Yê ku ne ji Xwedê ye, ew guhdarîya me nake. Bi vê yekê em Rʼuhʼê rʼastîyê û rʼuhʼê nerʼastîyê ji hev derdixin.


Awa çʼeʼv bidine Xwedê, çawa zarʼêd hʼizkirî


Bi vê yekê em zanin ku em zarʼêd Xwedê hʼiz dikin, gava em Xwedê hʼiz dikin û tʼemîyêd Wî diqedînin.


Heger hûn zanin ku Ew rʼast e, usa jî zanibin her kesê ku rʼastîyê dike, ew ji Wî bûye.


û gotê: «Hey mixeneto û hʼemû fêlbazîyava tʼijîyo! Cewrikê mîrêcin! Dijminê tʼemamîya rʼastîyê! Tê hʼeta kʼengê tʼerka xalifandina rʼîyêd Xudane rʼast nekî?


Em zanin ku em ji Xwedê ne û tʼemamîya dinyayê bin hʼukumê yê Xirabda ye.


Lê ewêd ku Ew qebûl kirin û bawerîya xwe navê Wî anîn, Ewî da, ku heqîya wan hebe bibine zarʼêd Xwedê.


Û ne ku tʼenê bona milet, lê bona zarʼêd Xwedêye belabûyî jî, ku wan bicivîne û bike yek.


Tʼu tiştîda deyndarê tʼu kesî nemînin, pêştirî li hev hʼizkirinê, çimkî kʼî ku hevalê xwe hʼiz dike, tʼemamîya Qanûnê diqedîne.


Û ser van hʼemûyada hʼizkirinê li xwe kin, ya ku van hʼemûya bi yektîya tʼam hevva girêdide.


Serê tʼemîyê hʼizkirin e, ku ji dilê sax, bi îsafa rʼihʼet û ji bawerîya bêdurʼûtî ye.


Binihêrʼin, Bavê em çawa hʼiz kirin, wekî em zarʼêd Xwedê bêne gotinê û rʼast jî em ew in. Lema dinya me nas nake, çimkî ew jî nas nekir.


Delalno, niha em zarʼêd Xwedê ne û hela hê ne eʼyan e emê bibine çi. Lê em vê yekê zanin ku çaxê Îsa eʼyan be, emê bibine mîna Wî, çimkî emê Wî usa bibînin, çawa heye.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite