Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




یوحنا 1 2:5 - Peymana Nû (Încîl)

5 Lê yê ku gotina Wî diqedîne, hʼizkirina Xwedê rʼast nava wîda tʼemam e. Bi vê yekê em zanin ku em nava Wîda ne:

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

5 Lê kî ku gotina wî bigire, bi rastî hezkirina Xwedê li ba wî temam bûye. Bi vê em dizanin ku em bi wî re ne:

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

5 Ле йе кӧ готьна Ԝи дьԛәдинә, һʼьзкьрьна Хԝәде рʼаст нава ԝида тʼәмам ә. Бь ве йәке әм заньн кӧ әм нава Ԝида нә:

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

5 بله هَچی کَسه کلاما وی خُدان گَت، بَراستی مُحبّتا خدا ناو ویدا کامِل بویَ. بِ وه یگه اَم دِزانِن گو اَم ناو ویدانَ:

Gade chapit la Kopi




یوحنا 1 2:5
32 Referans Kwoze  

Îsa lê vegerʼand û gotê: «Her kesê ku Min hʼiz bike, wê gotina Min xwey ke, Bavê Minê jî wî hʼiz bike û Emê bêne cem wî, tʼevî wî bimînin.


Ewê ku tʼemîyêd Min qebûl dike û wan xwey dike, ew e yê ku Min hʼiz dike. Û ewê ku Min hʼiz dike, ewê ji alîyê Bavê Minda bê hʼizkirinê. Ezê jî wî hʼiz bikim û Xwe wîva eʼyan kim».


Lê Ewî got: «Hê xwezî li wan, yêd ku xebera Xwedê dibihên û pêk tînin».


Û ewê ku tʼemîyêd Wî xwey dike, nava Xwedêda dimîne û Xwedê jî nava wîda. Û em ji vê yekê zanin ku Ew nava meda dimîne, bi wî Rʼuhʼê ku Ewî daye me.


Awa li vir wê sebira cimeʼta Xwedê kêr bê, yêd ku tʼemîyêd Xwedê xwey dikin û hindava Îsada amin in.


Bi vê yekê em zanin ku em zarʼêd Xwedê hʼiz dikin, gava em Xwedê hʼiz dikin û tʼemîyêd Wî diqedînin.


Ez im kʼola tirîyê, hûn jî çʼiqil in. Ewê ku Minva dimîne û Ez jî wîva dimînim, ewê gelekî ber bide. Çimkî bêyî Min hûn nikarin tʼu tiştî bikin.


Hʼizkirinêda tirs tʼune, lê hʼizkirina gihîştî tirsê dûr dixe, çimkî tirs xweyîcefa ye û ewê ku ditirse, ew hʼizkirinêda hê negihîştîye.


Awa heger yek yektîya Mesîhda ye, ew eʼfirînekî nû ye, tiştêd kevin derbaz bûn çûn û va yêd nû hatin.


Hingê wî zîyayî hêrsa xwe li wê kʼulfetê rʼakir û çû, wekî şerʼê xwe tʼevî wan zarʼêd wêye mayîn bike, yêd ku tʼemîyêd Xwedê xwey dikin û şeʼdetîya bona Îsa didin.


Lê em usa jî zanin ku Kurʼê Xwedê hat û feʼm da me, wekî em Yê Rʼast nas bikin. Belê em nava Yê Rʼastda ne, çimkî em nava Kurʼê Wî Îsa Mesîhda ne. Ev e Xwedêyê rʼast û jîyîna hʼeta-hʼetayê.


Ewî hûn tʼevî Mesîh Îsa kirin û Mesîh bona me kire serwaxtî. Em bi Wî rʼast têne hʼesabê, pîroz û aza dibin.


Niha îdî dîwana wan nabe, yêd ku tʼevî Mesîh Îsa bûne yek.


Tu dibînî ku bawerîyê tʼevî kirêd wî ya xwe kir û bi wan kira bawerî kʼamil bû?


Ewî ku heleqetîya Wî tʼevî guna tʼunebû, Xwedê Ew bona me kire heval-pʼarê guna, wekî em yektîya Wîda bibine heval-pʼarêd rʼastîya Xwedê.


Ewê ku bedena Min dixwe û xûna Min vedixwe, ew nava Minda dimîne, Ez jî nava wîda.


Hʼizkirin aha dilê meda gihîştîye, wekî Rʼoja Axretê em rʼûsipî bin, çimkî Mesîh vê dinyayêda çawa derbaz kir, usa jî em derbaz dikin.


Hʼizkirin ev e, ku em li gora tʼemîyêd Wî bijîn. Tʼemî ew e, ya ku we hê berê pêşda bihîstîye, wekî hûn hʼizkirinêda bijîn.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite