Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




یوحنا 1 2:14 - Peymana Nû (Încîl)

14 Ez werʼa dinivîsim xişîmno, çimkî hûn Bavê nas dikin. Ez werʼa dinivîsim, bavno, çimkî hûn Wî nas dikin, Yê ku berê pêşda hebû. Ez werʼa dinivîsim, cahilno, çimkî hûn qewat in û xebera Xwedê nava weda dimîne û ser yê Xirab kʼetine.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

14 Zarono, ez ji we re dinivîsim, Çimkî hûn Bav nas dikin. Bavno, ez ji we re dinivîsim, Çimkî hûn, yê ji destpêkê ve heyî nas dikin. Xortno, ez ji we re dinivîsim, Çimkî hûn bi hêz in û peyva Xwedê bi we re dimîne Û hûn li hember Yê Xerab bi ser ketin.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

14 Әз ԝәрʼа дьньвисьм хьшимно, чьмки һун Баве нас дькьн. Әз ԝәрʼа дьньвисьм, бавно, чьмки һун Ԝи нас дькьн, Йе кӧ бәре пешда һәбу. Әз ԝәрʼа дьньвисьм, щаһьлно, чьмки һун ԛәԝат ьн у хәбәра Хԝәде нава ԝәда дьминә у сәр йе Хьраб кʼәтьнә.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

14 اَز بُ دِنِویسِم، گَلی باوان، چون گو اون اَوه گو ژه دَستبه گِرِنه هَبویَ، ناس دِگَن. اَز بُ وَ دِنِویسِم گَلی زَلاما، چون گو اون قاوَتِن، و کلاما خدا ناو وَدا دِمینیت، و اون سَر اَوه شُل پیس مسلط بونَ.

Gade chapit la Kopi




یوحنا 1 2:14
18 Referans Kwoze  

Ez werʼa dinivîsim, bavno, çimkî hûn Wî nas dikin, Yê ku berê pêşda heye. Ez werʼa dinivîsim, cahilno, çimkî hûn ser yê Xirab kʼetin.


Bira xebera Mesîh bi dewlemendtîya xweva nava weda bimîne. Bi hʼemû serwaxtîyê li hev hîn kin û şîret kin, zebûra û her cûrʼe stiranêd rʼuhʼanî bi şikirdarî dilê xweda bona Xwedê bistirên.


Heger hûn nava Minda bimînin û gotinêd Min jî nava weda bimînin, hûn çi dixwazin bixwazin, wê werʼa bê dayînê.


Heyneser, yektîya Xudanda qewat bin, bi zorayîya qewata Wî.


Hingê Îsa gote wan cihûya, yêd ku bawerîya xwe Wî anîn: «Heger hûn ser hînkirina Min bimînin, hûnê rʼast şagirtêd Min bin.


û ne jî gotina Wî dilê weda dimîne, çimkî hûn Ewî ku Wî şandîye bawer nakin.


Guhê kʼê heye bira bibihê, ku Rʼuhʼ çi dibêje civîna. Ewê ku serkʼeve, Ezê îzinê bidime wî, wekî ji wê dara jîyînê bixwe, ya ku buhişta Xwedêda ye.


Ez gelekî şa bûm, çaxê çend bira hatin û şeʼdetî dan, ku tu nava rʼastîyêda amin î, çawa te pêşda rʼastîyêda dijît jî.


çimkî ew rʼastî nava meda dimîne û hʼeta-hʼetayê wê tʼevî me be.


Lê ev e ew peyman, ya ku Ezê tʼevî mala Îsraêl girêdim, pey wan rʼojarʼa, Xudan dibêje: Ezê qanûnêd Xwe bikime hʼişê wan û dilê wanda jî wan binivîsim û Ezê Xwedêyê wan bim, ewê jî cimeʼta Min be.


Bira hûn anegorî tʼemamîya wê qewata Wîye ku ji zorayîya Wîye xweyîrʼûmet tê qewat bin, ku hûn her tiştîda bi dûmika dirêj sebir bikin. Bi eşq


Awa lawê min, bi wê kʼerema meye ku yektîya Mesîh Îsada ye qewat be.


Ez her tiştî bi saya Wî dikarim, Yê ku qewatê dide min.


Sebira te heye, bona navê Min te cefa kʼişand û newestîyayî.


Heger em bêjin: «Me gune nekirîye», em Wî derewîn derdixin û xebera Wî nava meda tʼune.


Ez zanim ku hûn ji zurʼeta Birahîm in, lê hûn dikin ku Min bikujin, çimkî xeberêd Min dilê weda cî nabin.


Em ser wê yekê werʼa dibêjin, çi ku serê sêrîda hebû, me ew yek bihîst, bi çʼeʼvê xwe dît, li Wî nihêrʼî û dest dane Wî: Ew Xebera jîyînê ye.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite