Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




یوحنا 1 1:10 - Peymana Nû (Încîl)

10 Heger em bêjin: «Me gune nekirîye», em Wî derewîn derdixin û xebera Wî nava meda tʼune.

Gade chapit la Kopi

Kurmanji Încîl

10 Eger em bêjin: «Me guneh nekiriye», em wî derewker dikin û peyva wî bi me re tune.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

10 Һәгәр әм бежьн: «Мә гӧнә нәкьрийә», әм Ԝи дәрәԝин дәрдьхьн у хәбәра Ԝи нава мәда тʼӧнә.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

10 هَگو اَم بِژِن مَ گُنَه نَگِریَ، اَم اَوی دِگَنَ دِرَوگَر و کلاما وی ناو مَدا نینَ.

Gade chapit la Kopi




یوحنا 1 1:10
12 Referans Kwoze  

Heger em bêjin: «Gunê me tʼune», em xwexa xwe dixapînin û rʼastî nava meda tʼune.


Yê ku bawerîya xwe Kurʼê Xwedê tîne, nava wîda ev şeʼdetî heye. Yê ku bawerîya xwe Xwedê nayne, ew Xwedê derew derdixe, çimkî bawerîya xwe wê şeʼdetîyê nayne, ya ku Xwedê bona Kurʼê Xwe şeʼdetî da.


Yê ku dibêje: «Ez Wî nas dikim», lê tʼemîyêd Wî naqedîne, ew derewîn e û rʼastî nava wîda tʼuneye.


çimkî ew rʼastî nava meda dimîne û hʼeta-hʼetayê wê tʼevî me be.


Ez werʼa dinivîsim xişîmno, çimkî hûn Bavê nas dikin. Ez werʼa dinivîsim, bavno, çimkî hûn Wî nas dikin, Yê ku berê pêşda hebû. Ez werʼa dinivîsim, cahilno, çimkî hûn qewat in û xebera Xwedê nava weda dimîne û ser yê Xirab kʼetine.


Bira xebera Mesîh bi dewlemendtîya xweva nava weda bimîne. Bi hʼemû serwaxtîyê li hev hîn kin û şîret kin, zebûra û her cûrʼe stiranêd rʼuhʼanî bi şikirdarî dilê xweda bona Xwedê bistirên.


Hûn ji Xwedê ne, zarʼokno û hûn ser pʼêxemberêd derew kʼetine, çimkî Ew Rʼuhʼê nava weda ji wî rʼuhʼê ku nava dinyayêda ye mestir e.


Yê ku şeʼdetîya Wî qebûl dike, ew mak dike ku Xwedê rʼast e.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite