12 Û hemû desthilatiya cenawirê pêşî li ber wî bi kar dianî. Wî wisa kir, ku rûyê erdê û yên ku li ser wê rûdinin ji wî cenawirê pêşî re herin ser çokan, ku birîna wî ya mirinê hatibû qenckirin.
12 Evî tʼemamîya hʼukumê ceʼnewirê pêşin li ber wî xwexa dida xebatê û pʼêyî ser eʼrdê û binelîyêd wê dikir, wekî serê xwe li ber wî ceʼnewirê pêşin daynin, yê ku birîna wîye ku berbi mirinê dibir hatibû qenckirinê.