Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Metta 27:3 - Kurmanji Încîl

3 Hingê Cihûdayê ku Îsa dabû dest, gava dît ku çi biryar li ser wî hat dayîn, li kirina xwe poşman bû û sî zîv li serekên kahînan û rihspiyan zivirandin û got:

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Peymana Nû (Încîl)

3 Hingê Cihûdayê ku nemamîya Wî kir, dît ku Îsa hate neheqkirinê, pʼoşman bû, ew sî zîv vegerʼande serekêd kʼahîna û rʼûspîya

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

3 Һьнге Щьһудайе кӧ нәмамийа Ԝи кьр, дит кӧ Иса һатә нәһәԛкьрьне, пʼошман бу, әԝ си зив вәгәрʼандә сәрәкед кʼаһина у рʼуспийа

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

3 وقته یهودا، هَمَن اَوه گو عیسی تسلیمی دُژمِن گِر، دیت گو عیسی محکوم بویَ، ژه شُلا گِری پُشمان بو و اَو سی سِکّه زیو، زُوِراندَ سَرُکِت کاهینا و مَزِنِت قَومی

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Metta 27:3
15 Iomraidhean Croise  

Şahiya xeraban kurt e, Şabûna xwedênenasan hema gavek e.


Heke ga bi qiloçên xwe li koleyekî yan jî li koleyekê bixe û bikuje, wê xweyê gê sî şekel zîv bide xweyê wî û ga jî bê kevirkirin.


Xudan ji min re got: “Wan bavêje ber cerçêker” ango wê heqê zêde ku wekî bihayê min diyar kirine. Li ser vê yekê min sî zîv hilda û avêt ber cerçêkerê Mala Xudan.


Di dema xwarina şîva êvarê de, ji xwe hingê Îblîs xistibû dilê Cihûdayê kurê Şimûnê Îsxeryotî, ku Îsa bide dest.


Piştî ku Cihûda pariyê nên stand, Îblîs ket dilê wî. Îsa ji wî re got: «Tiştê ku tê bikî, niha zû bike.»


Îcar Cihûda komeke leşker û hin parêzgerên ku Fêrisî û serekên kahînan şandibûn, bi fanos, xetîre û çekan ve bi xwe re anîn û hat wê derê.


Îcar vî mirovî bi heqê xerabiya xwe erdek kirrî; piştre bi serserkî ket, zik lê qelişî û ûr û roviyên wî derketin derve.


Çimkî xemgîniya li gor Xwedê, tobeya ku dibe xilasbûnê pêk tîne û poşmanî tê de tune. Lê heçî xemgîniya dinyayê ye, ew mirinê pêk tîne.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan