Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Metta 26:14 - Kurmanji Încîl

14 Hingê yek ji diwanzdehan ku jê re Cihûdayê Îsxeryotî digotin, çû ba serekên kahînan

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Peymana Nû (Încîl)

14 Hingê yek ji her donzdeha ku Cihûdayê Îsxeryotî dihate gotinê, çû cem serekêd kʼahîna

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

14 Һьнге йәк жь һәр донздәһа кӧ Щьһудайе Исхәрйоти дьһатә готьне, чу щәм сәрәкед кʼаһина

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

14 ایجا یهودایه اَسخَریوطی گو یگ ژه وان دانزدَه شاگِردا بو، چو لاره سَرُکِت کاهینا

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Metta 26:14
14 Iomraidhean Croise  

Şimûnê Welatparêz û Cihûdayê Îsxeryotî yê ku Îsa da dest.


Hingê Cihûdayê ku wê ew bida dest, got: «Mamoste, ma ew kes ez im?» Îsa bersîv da: «Erê, te bi xwe got.»


Hê ew dipeyivî Cihûdayê ku yek ji diwanzdehan bû hat. Bi wî re elaleteke mezin a bi şûr û daran hebû. Ev ji aliyê serekên kahînan û rihspiyên gel ve hatibûn şandin.


Hingê Cihûdayê ku Îsa dabû dest, gava dît ku çi biryar li ser wî hat dayîn, li kirina xwe poşman bû û sî zîv li serekên kahînan û rihspiyan zivirandin û got:


Lê yekî ji şagirtên wî, Cihûdayê Îsxeryotî – yê ku wê paşê ew bida dest – got:


Di dema xwarina şîva êvarê de, ji xwe hingê Îblîs xistibû dilê Cihûdayê kurê Şimûnê Îsxeryotî, ku Îsa bide dest.


Îsa bersîv da û got: «Ez pariyê nên li xwarinê bixim û bidim kê ew e.» Di pey de wî pariyek nan hilda, li xwarinê xist û da Cihûdayê kurê Şimûnê Îsxeryotî.


Gava ku Cihûda pariyê nên stand, di cih de derket derve. Û şev bû.


Cihûdayê ku ew da dest jî ev cih dizanibû, çimkî Îsa û şagirtên xwe gelek caran li wir li hev diciviyan.


«Birano, diviya ew nivîsara ku ji pêşî ve bi Ruhê Pîroz bi devê Dawid li ser Cihûda hatibû gotin, bihata cih.


Îcar vî mirovî bi heqê xerabiya xwe erdek kirrî; piştre bi serserkî ket, zik lê qelişî û ûr û roviyên wî derketin derve.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan