Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Metta 23:4 - Kurmanji Încîl

4 barên giran û hilgirtina wan zehmet girêdidin û datînin ser pişta mirovan, lê ew bi xwe naxwazin ji bo rakirina wan baran tiliya xwe jî bilebitînin.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Peymana Nû (Încîl)

4 Barêd giran û zeʼmet girêdidin, datînine ser milêd meriva, lê ew xwexa naxwazin tʼilîya xwe jî bidinê.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

4 Баред гьран у зәʼмәт гьредьдьн, датиньнә сәр мьлед мәрьва, ле әԝ хԝәха нахԝазьн тʼьлийа хԝә жи бьдьне.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

4 اَو باره گَلَک گِران گو بِرِنا وان زحمتَ دِدانِنَ سَر مِله خلقه، بله بوخو ناخازِن بُ قِلقِلاندِنا وان حتا تِلیا خو لِدَن.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Metta 23:4
10 Iomraidhean Croise  

“Bêlê îlah deverû diçe erdê, Neboyê îlah jî xwar dibe. Pûtên wan li ser heywanan, Li ser gayan barkirî ne. Ew tiştên hûn hildigirin bûn bar ku Heywan bi wan diwestin.


«Wey li we hûn Şerîetzan û Fêrisîno! Hey hûn durûno! Hûn dehyeka pûng, rizyan û kîmyona xwe didin, lê hûn tiştên Şerîetê yên hê girîngtir, dadperwerî, rehm û baweriyê dihêlin. Diviya ku we ev bikirana û dev ji yên din jî bernedana.


Loma her tiştê ku ji we re dibêjin, bikin û bînin cih. Lê li gor kirinên wan nekin, çimkî ew dibêjin û nakin;


Lê Îsa lê vegerand û got: «Wey li we jî, hûn Şerîetzanno! Hûn barên ku hilgirtina wan zehmet e, didin pişta mirovan û hûn bi xwe tiliyeke xwe jî nadin wan baran.


Îcar çima hûn Xwedê diceribînin û nîrekî wisa datînin ser stûyê şagirtan, ku ne bav û kalên me û ne jî me dikaribû ku em hilgirin?


Çimkî ji Ruhê Pîroz û ji me re jî qenc hat dîtin ku em ji van tiştên ku pêwist in pê ve, barekî din daneynin ser pişta we.


Her çiqas ew sinetbûyî ne jî, ew bi xwe Şerîetê pêk naynin, lê belê dixwazin ku hûn sinet bibin, da ku bi bedena we pesnê xwe bidin.


Çimkî hezkirina Xwedê ev e, ku em emrên wî bînin cih. Û emrên wî ne giran in.


Lê ez ji we yên din re dibêjim, hûn ên ku li Tiyatîrayê ne û li gor vê hînkirinê nakin û wan tiştên ku ji wan re ‹sirên Îblîs ên kûr› dibêjin, nizanin: Ez barekî din danaynim ser pişta we:


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan