Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Metta 22:4 - Kurmanji Încîl

4 Piştre wî hin xizmetkarên din şandin û got: ‹Ji yên vexwendî re bêjin: Min şîva xwe amade kiriye; conega û dewarên min ên dermale hatine şerjêkirin û hemû tişt amade ye. Kerem bikin, werin dawetê.›

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Peymana Nû (Încîl)

4 Xulamne din şandin û got: ‹Xwendîyarʼa bêjin: Min canega û hʼeywanêd xweye dermalîkirî serjêkirine û nanê xwe hazir kirîye, her tişt hazir e. Werine deʼwatê!›

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

4 Хӧламнә дьн шандьн у гот: ‹Хԝәндийарʼа бежьн: Мьн щанәга у һʼәйԝанед хԝәйә дәрмаликьри сәржекьрьнә у нане хԝә һазьр кьрийә, һәр тьшт һазьр ә. Ԝәрьнә дәʼԝате!›

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

4 اَوی دیسا هِندَ خِذمَتکاره دیتِر رِگِرِن و گُت: ”بِژِنَ اَونه گو هاتنَ گازی گِرِن نَهَ مِن شیو حاضِر گِریَ، جِلَگا مِن و گُلِگِت مِن یه قَلَو هاتنَ شَژه گِرِن و همو دِشد حاضِرَ. وَرنَ جَشنا داوَته.“

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Metta 22:4
18 Iomraidhean Croise  

Wan nexwest guhdariyê bikin. Wan karên nedîtî ku te di nav wan de kiribûn, ji bîr kirin. Wan serhişkî kir û serekek ji xwe re peyda kir ku vegerin Misrê û koletiya xwe. Lê tu Xwedayê bexişkar, keremdar û dilrehm î. Tu zû hêrs nabî û dilovaniya te zêde ye. Te ew bernedan.


Çimkî ya Reb, tu qenc û bexişkar î, Ji hemû yên ku bang dikin te re keremdar î.


Xwarina pincarê ya li dera ku hezkirin heye, Ji goştê gayê dermalekirî yê bi nefretê çêtir e.


Ez ketim bexçeyê xwe, dotmama min, bûka delal! Min mûra xwe da hev bi biharata xwe, Min şana xwe, tevî hingivê xwe xwar. Min şeraba xwe, tevî şîrê xwe vexwar. Hevalno bixwin, vexwin! Ji hezkirinê kêfxweş bin, evîndarno!


Îcar wî mirovî ji cara pêşî bêtir xulam şandin. Rezvanan eynî tişt anîn serê wan jî.


Lê wan qet bala xwe nedayê, lêxistin û çûn. Yek çû zeviya xwe, yê din çû bazirganiya xwe.


Hingê wî ji xizmetkarên xwe re got: ‹Dawet amade ye, lê yên vexwendî ne hêja bûn.


Û çaxê şîvê xulamê xwe şand, da ku gazî yên vexwendî bike û ji wan re bêje: ‹De werin, her tişt amade ye.›


Lê gava ku Ruhê Pîroz bê ser we, hûnê hêzê bistînin û li Orşelîmê, li tevahiya Cihûstanê, li Sameryayê û heta bi kujê dinyayê yê herî dûr bibin şahidên min.»


Hingê Pawlos û Barnabas, bi ziravî peyivîn û gotin: «Diviya ku pêşî peyva Xwedê ji we re bihata gotin. Madem ku hûn wê red dikin û xwe hêjayî jiyana herheyî nabînin, va ye, em jî li miletên din dizivirin.


Ewê ku Kurê xwe nedirixand, lê belê ji bo me hemûyan ew teslîm kir, ma ewê çawa bi wî re her tiştî nede me.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan