Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Marqos 16:18 - Kurmanji Încîl

18 wê maran bi destê xwe bigirin û eger ew tiştên bi jehr jî vexwin, qet ziyanê nabînin. Ewê destê xwe deynin ser nexweşan û nexweş wê qenc bibin.»

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Peymana Nû (Încîl)

18 wê meʼra bi destê xwe bigirin û heger ew tiştekî jeʼr jî vexwin, tʼu zirarê li wan nebe. Ewê destêd xwe daynine ser nexweşa û nexweşê qenc bin».

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

18 ԝе мәʼра бь дәсте хԝә бьгьрьн у һәгәр әԝ тьштәки жәʼр жи вәхԝьн, тʼӧ зьраре ль ԝан нәбә. Әԝе дәстед хԝә дайньнә сәр нәхԝәша у нәхԝәше ԛәнщ бьн».

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

18 اَو دیه بِ دَسته خو مارا بِگِرِن، و هَگو ژَهره وَخُن، چِلَ وان ناگَت، اَو دیه دَسته خو دانِنَ سَر نَساخا و اَو دیه شفایه بِگِرِن.»

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Marqos 16:18
21 Iomraidhean Croise  

Ezê dijminatiyê bixim navbera te û jinê, Navbera ziriyeta te û ya wê. Wê serê te biperçiqîne, Tê jî êrîşî pehniya wî bikî.”


Tê pê li şêr û koremar bikî û biborî, Tê şêrê ciwan û marê ziya bipelçiqînî.


jê gelek lava kir û got: «Keçika min a biçûk li ber mirinê ye. Were û destên xwe deyne ser wê, da ku ew qenc bibe û bijî.»


Va ye, min desthilatî daye we, ku hûn pê li mar û dûpişkan û hemû hêza dijmin bikin û tu tişt qet ziyanê nade we.


Heta, çaxê ew destmal û pêşmalên ku li wî ketibûn ji nexweşan re dibirin, nexweşiya wan diçû û ruhên xerab ji wan derdiketin.


Gava Petrûs ev yek dît, ji xelkê re got: «Gelî Îsraêliyan, hûn çima li vê yekê şaş dimînin, an hûn çima bi baldarî li me dinêrin? Hûn dibêjin qey me bi hêz an bi dîndariya xwe kiriye ku ew rêve here?


Navê Îsa ev mirovê ku hûn dibînin û nas dikin, sipîsax kir. Wî bawerî bi navê Îsa anî û bi saya Îsa, wê baweriyê li ber çavê we hemûyan saxîtiya temam da wî.


bila ev ji aliyê we hemûyan û ji aliyê hemû gelê Îsraêl ve bê zanîn ku ev mirov, bi navê Îsa Mesîhê Nisretî yê ku we xaç kir û yê ku Xwedê ji nav miriyan rakir, sipîsax li ber we radiweste.


Emrê wî mirovê ku bi vê kerametê qenc bûbû, di ser çilî re bû.


Destê xwe dirêj bike, da ku bi navê xizmetkarê te yê pîroz Îsa, nexweş qenc bibin û nîşan û karên mezin çêbin.»


Petrûs ji wî re got: «Eynêyas, Îsa Mesîh te qenc dike, rabe û nivînên xwe hilde!» Û di cih de ew rabû ser lingan.


Xwedayê aştiyê wê di demeke kurt de Îblîs di bin lingên we de biperçiqîne. Kerema Xudanê me Îsa li ser we be.


bi eynî Ruhî ji yekî re bawerî û bi Ruhê ku yek e ji yekî din re jî diyariyên qenckirina nexweşan tê dayîn.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan