Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Marqos 15:46 - Kurmanji Încîl

46 Wî cawekî keten kirrî, cesed anî xwarê, bi caw pêça û di goreke ku di latê de hatibû kolan de veşart. Kevirek gêr kir ser deriyê gorê.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Peymana Nû (Încîl)

46 Wî qedekê kʼitanî kʼirʼî, cinyaz anî xwarê, pê kʼefen kir, tʼirbekêda danî, ya ku qeyêda kʼolayî bû. Kevirek hol kire ber derê tʼirbê.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

46 Ԝи ԛәдәке кʼьтани кʼьрʼи, щьнйаз ани хԝаре, пе кʼәфән кьр, тʼьрбәкеда дани, йа кӧ ԛәйеда кʼолайи бу. Кәвьрәк һол кьрә бәр дәре тʼьрбе.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

46 ایجا یوسف کِفِنَگ ژه کَتانه کِری و جنازه عیسی ژه خاچه ژُردا اینا و ناو کِفِنه دا بِچا و دانا ناو مَزارَگه گو ناو رازه دا هاته بو تِراشین. پاشه بَرَگ گِرِل گِرَ پِشیا دَره مَزاری.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Marqos 15:46
12 Iomraidhean Croise  

‘Çi karê te li vir heye? Merivê te li vir heye Ku te li vir ji xwe re gor kola? Te li dera jor ji xwe re gor kola, Di zinarê bilindcî de ji xwe re avahî qewirand.


Tevî ku zordarî nekiriye Û hîle ji devê wî derneketiye, Gora wî li ba xeraban çêkirin, Di mirina xwe de li ba dewlemendan bû.


Ji nişkê ve erdhejîneke mezin çêbû. Çimkî milyaketekî Xudan ji ezmên hat xwarê, çû ser gorê, kevir gêr kir û li ser rûnişt.


Gava ji sersed hîn bû, cesed da Ûsiv.


Meryema Mejdelanî û Meryema diya Yûsês dîtin ku ew li ku derê hat veşartin.


Gava cesed ji xaçê anî xwarê, wî ew di nav cawekî de pêça û ew xist goreke ku di latê de hatibû kolan. Hê kesek tê de nehatibû veşartin.


Li ser vê yekê Îsa dîsa ji kûr ve naliya û gihîşt ser gorê. Gor şkeftek bû û kevirek li ber derê wê bû.


Îcar kevir rakir. Îsa çavên xwe ber bi jor ve hilda û got: «Bavo, ji ber ku te ez bihîstim, ez ji te re şikir dikim.


Roja pêşî ya heftiyê, serê sibê zû, hê ku tarî bû Meryema Mejdelanî hat ser gorê. Wê dît ku kevir ji ber derê gorê hatiye rakirin,


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan