Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Marqos 1:34 - Kurmanji Încîl

34 Îsa gelek kesên bi nexweşiyên cûr bi cûr qenc kirin, gelek cin jî derxistin û nedihişt ku cin gotinekê bêjin. Çimkî wan dizanibû ku ew kî ye.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Peymana Nû (Încîl)

34 Îsa gelek merivêd bi nexweşîyêd cûrʼe-cûrʼe qenc kirin. Gelek cin jî derxistin û nedihişt ku cin xeber din, çimkî cina zanibû ku Ew Kʼî ye.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

34 Иса гәләк мәрьвед бь нәхԝәшийед щурʼә-щурʼә ԛәнщ кьрьн. Гәләк щьн жи дәрхьстьн у нәдьһьшт кӧ щьн хәбәр дьн, чьмки щьна заньбу кӧ Әԝ Кʼи йә.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

34 عیسی گَلَک مِرُوه نَساخ گو نَساخیِت جُرواجُر هَبون، شفا دا و هَمژی گَلَک اَجنَ هاوِتنَ دَروَ، بله نَدِهلا اَجنَ قِسَ گَن، چون گو اَوان عیسی ناس دِگِرِن.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Marqos 1:34
6 Iomraidhean Croise  

Îsa li seranserê herêma Celîlê digeriya, di kinîştên wan de hîn dikir, Mizgîniya Padîşahiyê dida û hemû êş û nexweşiyên di nav xelkê de qenc dikirin.


Nav û dengê wî li seranserê Sûriyê belav bû û xelkê hemû nexweşên ku ketibûn êş û janên cûr bi cûr, cinoyî, atî û felcî anîn ba wî û wî hemû qenc kirin.


Îsa lê hilat û got: «Deng neke û derkeve!»


Lê Îsa hişk li wan emir dikir, da ji kesî re nebêjin ku ew kî ye.


Û ji gelekan jî cin derdiketin, dikirin qîrîn û digotin: «Tu Kurê Xwedê yî.» Wî li wan hilat û nedihişt ku deng ji wan derkeve, çimkî wan dizanibû ku ew Mesîh e.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan