Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Lûqa 7:44 - Kurmanji Încîl

44 Wî berê xwe da jinê û ji Şimûn re got: «Tu vê jinê dibînî? Ez hatim mala te, te av jî ji bo lingên min neda, lê wê lingên min bi hêstiran şil kirin û bi porê xwe ziwa kirin.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Peymana Nû (Încîl)

44 Û ser kʼulfetêda vegerʼîya, Şimhʼûnrʼa got: «Vê kʼulfetê tu dibînî? Ez hatime mala te, bona nigêd Min te av neda, lê evê bi hêsirêd xwe nigêd Min şil kirin û bi pʼorʼê serê xwe jî ziha kirin.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

44 У сәр кʼӧлфәтеда вәгәрʼийа, Шьмһʼунрʼа гот: «Ве кʼӧлфәте тӧ дьбини? Әз һатьмә мала тә, бона ньгед Мьн тә ав нәда, ле әве бь һесьред хԝә ньгед Мьн шьл кьрьн у бь пʼорʼе сәре хԝә жи зьһа кьрьн.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

44 هِنگه زُوِری بُ آلیه اَوه ژِنگه و گُتَ شَمعونی: «وه ژِنگه تِ دِبینی؟ اَز هاتِمَ مالا تَ و تَ بُ شُستِنا پِیِت مِن آو نَینا، بله اَوه ژِنگه بِ رُنگه خو پِیِت مِن شُست و بِ گَزیه خو اَو هِشک گِرِن!

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Lûqa 7:44
11 Iomraidhean Croise  

Bihêlin, bila niha hinek av bînin, lingên xwe bişon û li bin vê darê bêhna xwe vedin.


“Ezbenî, kerem bikin mala xulamê xwe. Şeva xwe derbas bikin û lingên xwe bişon. Sibê zû rabin, bi riya xwe ve herin.” Wan got: “Na, emê şeva xwe li meydana bajêr derbas bikin.”


Keya ew birin hundirê mala Ûsiv, ji wan re av anî ku lingên xwe bişon û êm da kerên wan.


Paşê ji Ûriya re got: “Here mala xwe, li kêfa xwe binêre.” Ûriya ji qesrê derket, Dawid xelatek li pey şand.


Ew ji pişt ve li ber lingên wî rawesta, bi girîn dest pê kir, lingên wî bi hêstiran şil kirin û ew bi porê serê xwe ziwa kirin. Wê lingên wî ramûsandin û rûnê bîhnxweş li wan da.


Şimûn lê vegerand û got: «Ez dibêjim hema, ewê ku bêtir lê hatî bihûrtin.» Wî jî jê re got: «Te rast tê derxist.»


Di pey de av kir leganekê û dest bi şuştina lingên şagirtên xwe kir û ew bi pêşgîra li pişta xwe pêçayî ziwa kirin.


û li ser wê bê gotin ku wê karên qenc kirine: Eger wê zarok mezin kiribin, eger mêvan qebûl kiribin, eger lingê pîrozan şuştibe, eger alîkariya tengezaran kiribe û li pey her karên qenc çûbe, bila navê wê di defterê de bê nivîsîn.


Lê belê, we yê belengaz bêrûmet kir. Ma yên ku serdestiyê li we dikin, ne yên dewlemend in? Ma ne ew in ku we dikişînin ber dadgehan?


Bi vî awayî wî ew birin mala xwe û êm da kerên wî. Wan lingên xwe şûştin, xwarin û vexwarin.


Avîgayil deverû çû erdê û got: “Ezxulam, niha amade me ku bibim xizmetkar û lingên qasidên xweyê xwe bişom.”


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan