Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Lûqa 7:38 - Kurmanji Încîl

38 Ew ji pişt ve li ber lingên wî rawesta, bi girîn dest pê kir, lingên wî bi hêstiran şil kirin û ew bi porê serê xwe ziwa kirin. Wê lingên wî ramûsandin û rûnê bîhnxweş li wan da.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Peymana Nû (Încîl)

38 piştêva ber nigêd Wî sekinî girîya, bi hêsirêd xwe nigêd Wî şil kirin û bi pʼorʼê serê xwe jî ziha kirin. Paşê nigêd Wî rʼamûsan, bi rʼûnê bînxweş jî rʼûn kirin.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

38 пьштева бәр ньгед Ԝи сәкьни гьрийа, бь һесьред хԝә ньгед Ԝи шьл кьрьн у бь пʼорʼе сәре хԝә жи зьһа кьрьн. Паше ньгед Ԝи рʼамусан, бь рʼуне бинхԝәш жи рʼун кьрьн.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

38 و وه حالیدا گو دِگیریا پِشت سَره عیسی، رَخ پِیِت وی راوَستا. ایجا بِ رُنگه خو پِیِت عیسی شُست و بِ گَزیه خو اَو هِشک گِرِن. پاشه پِیِت وی ماچی گِر و رون وان هَسو.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Lûqa 7:38
25 Iomraidhean Croise  

Bihêlin, bila niha hinek av bînin, lingên xwe bişon û li bin vê darê bêhna xwe vedin.


Gava Ezra li ber Mala Xwedê bi girîn xwe diavêt erdê, dua dikir û li gunehên xwe mikur dihat, komeke mezin ji jin, mêr û zarokên gelê Îsraêl li dor wî civiyan. Gel jî gelekî giriya.


Ez bi devê xwe dibêjim sûcê xwe, Bi keder im ji ber gunehê xwe.


Qurbana ku tu qebûl dikî ruhê şikestî ye, Ey Xwedê, tu dilê şikandî û tobekar biçûk nabînî.


Bila cilên te hergav pak bin û ji ser serê te rûnê bêhnxweş kêm nebe.


Bêhna miskên te çi xweş in, Navê te wekî miska rijiyayî ye. Loma keçik ji te hez dikin.


Tu bi rûnên bêhnxweş çûyî ba Molekê îlah Û te bêhnên xwe zêde kirin, Te qasidên xwe şandin derên dûr, Te heta diyarê miriyan xwe nizim kir.


Alîkariya şîndarên Siyonê bikim Di şûna xweliyê de, tacê deynim serê wan, Di şûna şînê de, rûnê şahiyê bidim wan Û di şûna ruhgiraniyê de, cilê pesindanê bidim wan. Wê ji wan re darberûyên rastiyê bê gotin, Şaxên ku Xudan danîne Ku berziya wî nîşan bidin.


Wê bi girî werin, Ezê rêberiya wan bikim û wê lava bikin. Ezê wan li ba newalên avê, Di riya rast a ku neterpilin de bimeşînim. Çimkî ez ji Îsraêl re bûm bav Û Efrayîm jî kurê min ê pêşî ye.


Gotina Xudan ev e: “Niha bi hemû dilê xwe, Bi rojî, bi şînê û bi girînê Li min vegerin.


“Ezê ruhê kerem û lavakirinê birijînim ser Mala Dawid û şêniyên Orşelîmê ku li min, li yê ku wan qul kirine binêrin. Wê mîna kesekî ku şîna kurê xwe yê tenê dike, şînê bikin. Wekî kesê ku ji bo kurê xwe yê pêşî êşê dikişîne, wê êşê bikişînin.


Xwezî bi wan ên ku şîndar in, Çimkî ewê bên aşkirin.


Petrûs derket derve û bû kûrkûra giriyê wî.


Xwezî bi we, hûn ên ku niha birçî ne, Çimkî hûnê bên têrkirin. Xwezî bi we, hûn ên ku niha digirîn, Çimkî hûnê bikenin.


Û li bajêr jineke gunehkar hebû. Gava wê bihîst ku ew li mala yê Fêrisî li ser sifrê rûniştiye, wê di firaxeke mermerê spî de rûnê bîhnxweş anî.


Gava Fêrisiyê ku ew gazî mala xwe kiribû, ev dît, ji xwe re got: «Eger ev pêxember bûya, wê bizaniya, ka ev jina ku destê xwe li wî dide kî ye û ew çi jin e. Çimkî ew yeke gunehkar e.»


Lazarê nexweş birayê Meryemê bû, ya ku rûnê bîhnxweş li Xudan dabû û bi porê xwe lingên wî paqij kiribûn.


Bi keder bin, şînê bigirin û bigirîn. Bila kenê we bibe şîn, şahiya we jî bibe melûlî.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan