Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Lûqa 6:48 - Kurmanji Încîl

48 Ew wek mirovekî ye ku xaniyek ava kir. Wî kola û kûr kir û bingeha xênî li ser latê danî. Gava lehî rabû, pêlên wê li xênî dan, lê nikaribûn xênî ji cih bilebitînin, çimkî ew saxlem hatibû avakirin.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Peymana Nû (Încîl)

48 Ew mîna merivekî ye, yê ku malê çêdike, eʼrdê dikʼole kʼûr dike, hʼîmê wê li ser kêvir datîne. Û gava lêyî rʼadibe, çʼem li wê malê dixe, ew nahʼeje, çimkî rʼind hatibû çêkirinê.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

48 Әԝ мина мәрьвәки йә, йе кӧ мале чедькә, әʼрде дькʼолә кʼур дькә, һʼиме ԝе ль сәр кевьр датинә. У гава лейи рʼадьбә, чʼәм ль ԝе мале дьхә, әԝ наһʼәжә, чьмки рʼьнд һатьбу чекьрьне.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

48 اَو رَنگه وه مِرُوی دِدَت گو بُ چه گِرِنا مالَگه، عَرد کور کُلا و خیمه ماله دانا سَر بَری. وقته لِمِشت هات و لِمِشته اَو مال اِخِستَ زُره، نَگاری وه بِهَژینیت، چون گو قاهیم هاته بو چه گِرِن.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Lûqa 6:48
37 Iomraidhean Croise  

Wî got: “Xudan zinarê min, sitargeha min û xilaskarê min e.


Ma ji xeynî Xudan, xwedê heye? Gelo ji xeynî Xwedayê me, zinar heye?


“Xudanê Jîndar, Zinarê min pîroz be! Bila Xwedayê min, Zinarê rizgariya min, Di ser her tiştî re be!


Çimkî dora min pêçan pêlên mirinê, Ser min re avêtin lehiyên wêrankirinê.


Xwedayê Îsraêl peyivî, Zinarê Îsraêl ji min re got: “Bila serwerê mirovan li ser rastiyê be, Bila bi tirsa Xwedê serweriyê bike.


Loma bila her evdê te yê dilsoz Gava ku hewcedar e bi dua ji te bixwazin. Da ku negihîje wan rabûna avên mezin.


Ew e zinar û rizgariya min, Birca min a bilind ew e, ez nahejim.


Werin em bi şahî bang bikin Xudan, Ji zinarê rizgariya xwe re bi şahî bikin qêrîn,


Kesê xerab bi bahozê re tune dibe, Lê kesê rast her û her li ser lingan dimîne.


Bi Xudan her û her ewle bin, Çimkî Xudan zinarê herheyî ye.


Loma Reb Xudan wiha dibêje: “Va ye ez li Siyonê kevirekî bingehîn, Kevirekî ceribandî, Kevirekî hêja yê riknê yê ewle datînim. Kesê bawer dike wê telaşê neke.


Wê kesên rojava ji navê Xudan, Kesên rojhilat jî, ji rûmeta wî bitirsin. Çimkî wekî avên geliyê teng, wê zû were, Wekî avên ku hilma Xudan ew dajo.


Lê wê warê Nînewayê bi lehiyan bi tevahî xerab bike Û wê dijminên xwe ber bi tariyê ve biqewitîne.


Ez nîşanî we bidim, ka her kesê ku tê ba min û peyvên min dibihîze û wan tîne cih, wek kê ye:


Lê ewê ku peyva min dibihîze û nake, ew mîna mirovekî ye ku xaniyek li ser axê, bê bingeh ava kir. Lehiyê li xênî da û ew di cih de hilweşiya û ketina wî xaniyî gelek dijwar bû.»


Min ev tişt ji we re gotin, da ku hûn bi min re di aştiyê de bin. Hûnê li dinyayê tengahiyê bibînin, lê bi zirav bin! Ez li hember dinyayê bi ser ketim.»


Wan dilê şagirtan xurt dikir û ew dişidandin ku di baweriyê de bimînin û gotin: «Divê em di gelek tengahiyan re derbas bibin û bikevin Padîşahiya Xwedê.»


Hûn li ser bingeha Şandî û pêxemberan avakirî ne û Mesîh Îsa bi xwe kevirê riknê bingehê ye.


“Yeşûrûn xurt bû û zîtik avêt. Ew xurt û qelew bû, Wî bez girê da. Wî dev ji Xwedayê ku ew çêkiriye berda, Wî tinazên xwe bi Zinarê xwe kir.


Erê te Zinarê ku tu çêkirî ji bîra xwe deranî, Te Xwedayê tu afirandî ji bîr kir.


Çimkî zinarê wan ne wekî Zinarê me ye, Çawa ku dijminê me jî pê dizane.


Lê belê bingeha ku Xwedê danî, saxlem disekine û ev mor li ser e: «Xudan, yên xwe nas dike» û «Her kesê ku navê Xudan eşkere dike, bila ew xwe ji neheqiyê dûr bixe».


Ji ber vê yekê birano, xîretkêşiyê bikin ku hûn gazîkirin û hilbijartina xwe qayîm bikin. Eger hûn van tiştan bikin, hûn tu caran naterpilin.


Û niha, zarono, bi wî re bimînin, da ku gava ew xuya bibe, cesareta me hebe û em di hatina wî de, li ber wî şermî nebin.


Xilaskarê me Xwedayê tenê, dikare we ji ketinê biparêze û bi şahiyeke mezin, bêleke we derxe ber rûmeta xwe;


Di pîroziyê de yekî mîna Xudan tuneye, Ya Xudan, yê wekî te tuneye, Zinarekî wekî Xwedayê me tuneye.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan