Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Lûqa 3:8 - Kurmanji Încîl

8 De ka fêkiyê ku li tobekirinê tê, bidin û dest pê nekin û ji xwe re nebêjin: ‹Birahîm bavê me ye.› Ez ji we re dibêjim ku Xwedê dikare ji van keviran jî zarokan ji Birahîm re rake.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Peymana Nû (Încîl)

8 De bi kirêd qenc bidine kʼifşê, ku hûn ji gunekirinê vegerʼîyane. Û rʼanebin nebêjin: ‹Birahîm bavê me ye›. Ez werʼa dibêjim, ku Xwedê ji van kevira jî dikare zarʼa Birahîmrʼa derxe.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

8 Дә бь кьред ԛәнщ бьдьнә кʼьфше, кӧ һун жь гӧнәкьрьне вәгәрʼийанә. У рʼанәбьн нәбежьн: ‹Бьраһим баве мә йә›. Әз ԝәрʼа дьбежьм, кӧ Хԝәде жь ван кәвьра жи дькарә зарʼа Бьраһимрʼа дәрхә.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

8 بَهنده تَوبا خو بِ اعمال و رِفتاره گو اون دِگَن نیشان بِدَن و گَل خو نَبِژِن: ”جَدّه مَ ابراهیمَ.“ چون گو اَز دِبِژِمَ وَ، خدا دِگاریت ژه وان بَرانَ زاروگان بُ ابراهیم چه گَت.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Lûqa 3:8
29 Iomraidhean Croise  

Îro rabin zevî, rez, bexçeyên zeytûnan û malên wan bidin wan. Bi ser de jî, ji sedî yekê faîza ku hûn ji bo zîv, dexil, şeraba nû û zeytê distînin, li wan vegerînin.”


«Ji bo vê yekê ez ji we re dibêjim, Padîşahiya Xwedê wê ji we bê standin û ji miletekî wisa re bê dayîn, ku berê wî bigihîne.


Îcar fêkiyê ku li tobekirinê tê, bidin.


Ji xwe re nebêjin: ‹Birahîm bavê me ye.› Çimkî ez ji we re dibêjim ku Xwedê dikare ji van keviran jî zarokan ji Birahîm re rake!


Piştî ku malxwê malê rabe û derî bigire, hûnê li derve bimînin, dest pê bikin li derî bixin û bêjin: ‹Ya Xudan, ji me re veke!› Hingê ewê li we vegerîne û ji we re bêje: ‹Ez nizanim hûn ji ku derê ne.›


Hingê hûnê dest pê bikin û bêjin: ‹Me li ber te xwar û vexwar û te di kuçeyên me de hîn kir.›


û ew kesê ku hûn herdu vexwendine, bê û ji te re bêje: ‹Cih bide vî!› Hingê tê rabî û bi şermî li cihê herî paş rûnî.


Îsa li wan vegerand û got: «Ez ji we re dibêjim: Eger ew bêpêjin bimînin, kevir wê dengê xwe hildin.»


Û Îsa jê re got: «Îro xilasî gihîştiye vê malê, çimkî ev jî kurekî Birahîm e.


Şerîetzan û Fêrisiyan dest pê kir, fikirîn û gotin: «Ma evê ku çêrî Xwedê dike kî ye? Ma ji Xwedê pê ve, kî dikare li gunehan bibihûre?»


Wan bersîva wî da: «Em ji dûndana Birahîm in û tu caran em neketine bin nîrê tu kesî. Çawa tu dibêjî: ‹Hûnê azad bibin›?»


Wan bersîva Îsa da û jê re got: «Bavê me Birahîm e.» Îsa ji wan re got: «Eger hûn zarokên Birahîm bûna, weyê kirinên Birahîm bikirana.


Lê min pêşî ji yên li Şamê re, piştre ji yên li Orşelîmê û ji yên li tevahiya diyarê Cihûstanê re û ji miletan re jî da zanîn ku divê ew tobe bikin, li Xwedê bizivirin û kirinên ku li tobekirinê tên, bikin.


Ji ber vê yekê soz bi baweriyê ve girêdayî ye, da ku bi keremê be û ji bo hemû dûndana Birahîm ewledar be. Ne tenê ji bo yên ku bi Şerîet in, lê belê ji bo yên ku wek Birahîm bawer dikin jî. Çimkî ew bavê me hemûyan e.


Ew ji dûndana Birahîm bin jî, hemû ne zarokên wî ne. Lê hatiye gotin: «Ji Îshaq dûndana te wê zêde bibe.»


Wisa ku hûn, ji bo rûmet û pesnê Xwedê bi berê rastdariyê yê ku ji Îsa Mesîh tê, tije bibin.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan