Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Lûqa 3:1 - Kurmanji Încîl

1 Di sala panzdehan a padîşahiya Qeyser Tîberyos de Pontiyos Pîlatos waliyê Cihûstanê bû, Hêrodês serwerê Celîlê bû, birayê wî Filîpos serwerê herêma Îtûrya û Traxonîdayê bû, Lûsanyas serdarê Avêlinyayê bû

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Peymana Nû (Încîl)

1 Panzdeh salîya pʼadşatîya Tîberyoyê Qeyserda, Pîlatoyê Pontîyo welîyê Cihûstanê bû, Hêrodes serwêrê Celîlê bû, Fîlîpoyê birê wî serwêrê qeza Îtûryayê û Traxonîdayê bû û Lûsanyas serwêrê Avêlînyayê bû,

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

1 Панздәһ салийа пʼадшатийа Тибәрйойе Ԛәйсәрда, Пилатойе Понтийо ԝәлийе Щьһустане бу, Һеродәс сәрԝере Щәлиле бу, Филипойе бьре ԝи сәрԝере ԛәза Итурйайе у Трахонидайе бу у Лусанйас сәрԝере Авелинйайе бу,

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

1 سالا پانزدَه له سَلطَنَتا تیبِریوس قیصره رومه، وقته گو پُنتیوس پیلاتُس والیه یهودیه و هیرودیس حاکِمه حَریما جلیله بو و بِرایه وی فیلیپُس حاکِمه ایتوریه و تْراخونیتیسه و لیسانیوس حاکِمه آبیلینیه بو،

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Lûqa 3:1
19 Iomraidhean Croise  

Serwer gava werê, Wê milet li ber wî serî deynin, Wê gopalê serweriyê ji destê Cihûda dernekeve Û serwerî ji ziriyeta wî neçe.


Di wî wextî de Mîr Hêrodês nav û dengê Îsa bihîst


Çimkî Hêrodês ji ber Hêrodiya jina birayê xwe Filîpos, Yûhenna girtibû û ew avêtibû zîndanê.


Îcar di rojbûyîna Hêrodês de keça Hêrodiyayê li ber vexwendiyan reqisî. Ev yek li Hêrodês gelek xweş hat


Îcar ji me re bêje ka tu çawa dibînî? Ma dibe ku em bacê bidin Qeyser an na?»


Ew girêdan, birin û dan destê Pîlatosê walî.


Çimkî Hêrodês bi xwe Yûhenna dabû girtin, girêdabû û avêtibû zîndanê. Wî ev ji ber Hêrodiya jina Filîposê birayê xwe kir, çimkî wî ew ji xwe re anîbû.


Îcar fersendek derket. Hêrodês ji bo rojbûyîna xwe ziyafetek da malmezin, serdarên leşkerî û giregirên Celîlê.


Wê gavê hinek Fêrisî hatin û ji Îsa re gotin: «Rabe ji vê derê here, çimkî Hêrodês dixwaze te bikuje.»


Di wan rojan de Qeyser Awgûstos emir da, ku hemû xelkên dinya Romayê bên jimartin.


Pîlatos biryar da, ku daxwaza wan bê cih.


Lê gava Yûhenna ji ber jinbira Mîr Hêrodês Hêrodiya û ji ber hemû xerabiyên din, yên ku wî kiribûn, li wî hilat,


Û Mîr Hêrodês her tiştê ku çêbûbû, bihîst û şaş ma, çimkî hinan digot ku Yûhenna ji nav miriyan rabûye;


«Klawdyos Lûsyos silavan li waliyê giranbiha Felîks dike.


Piştî ku du sal derbas bûn, Porkiyos Fêstos hat cihê Felîks. Ji ber ku Felîks dixwest dilê Cihûyan xweş bike, wî Pawlos girêdayî hişt.


Hingê padîşah rabû û bi wî re walî, Bernikê û hemû yên ku pê re rûniştî bûn jî rabûn.


Çimkî bi rastî li vî bajarî, Hêrodês û Pontiyos Pîlatos, bi miletan û bi gelê Îsraêl re, li hember xizmetkarê te yê pîroz Îsa, yê ku te meshkirî, civiyan,


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan