Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Lûqa 11:42 - Kurmanji Încîl

42 Lê belê wey li we Fêrisiyan! Hûn dehyeka pûng, catir û hemû cûreyên pincarê didin, lê belê hûn dev ji dadperwerî û hezkirina Xwedê berdidin. Diviya we ev bikirana û dev ji yên din jî bernedana.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Peymana Nû (Încîl)

42 Lê wey li we fêrisîya! Hûn dehekê pûngê, ceʼtʼrîyê û hʼemû pʼincarʼa didin, lê heqîyê û hʼizkirina Xwedê davêjine pişt guhê xwe. We gerekê ev yek bikirana û dest ji yêd mayîn nekʼişanda.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

42 Ле ԝәй ль ԝә ферьсийа! Һун дәһәке пунге, щәʼтʼрийе у һʼәму пʼьнщарʼа дьдьн, ле һәԛийе у һʼьзкьрьна Хԝәде давежьнә пьшт гӧһе хԝә. Ԝә гәрәке әв йәк бькьрана у дәст жь йед майин нәкʼьшанда.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

42 «وَی بُ حاله وَ فَریسیا! اون هَ وِسا گو تَوراته دا هاتیَ دَهادا یگ ژه نانَع و جاتره و هر جورَ پِنجاره دی دِدَن، بله اون گوهه خو نادَنَ عدالت و مُحبّتا خدا. وَ اَونَ دِبی اینابانَ جی و اَونه دی ژی بیراخو نَبِرِبان.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Lûqa 11:42
22 Iomraidhean Croise  

“Emê hevîrê xwe, pêşkêşiyên rakirina dexil, her cure fêkiyên daran, şeraba nû û zeytê yên pêşî ji bo embarên Mala Xwedayê me bînin bidin kahinan. Emê dehyekên axa me ji bo Lêwiyiyan jî bînin. Çimkî di hemû bajarên me yên çewlikî de Lêwiyî dehyekan distînin.


Li gorî Xudan pêkanîna rastî û edaletê, Ji pêşkêşkirinê çêtir e.


Çêtir e ku tu yekê bigirî Û ji yê din jî destê xwe neşoyî, Çimkî wê mirovê Xwedêtirs ya rast bibîne.


Mirovo! Xudan ya qenc û ya ji te dixwaze, gotiye. Ma wî nexwest ku tu edaletê pêk bînî, Ji dilovaniyê hez bikî Û bi nefsbiçûkî bi Xwedayê xwe re bimeşî?


“Kur bavê xwe, xulam jî xweyê xwe birûmet dike. Madem ez bav im, ka rûmeta min?! Madem ez xweyî me, ka qedrê min?!” Xudanê Karîndar dibêje. “Kahinno! Kesên ku navê min nizim dikin! Hûn dibêjin: ‘Me navê te çawa nizim kiriye?’


We bi gotinên xwe Xudan aciz kir. Lê hûn dibêjin: “Me çawa ew aciz kir?” We bi van gotinan aciz kir: “Her kesê xerabiyê dike di çavê Xudan de qenc e. Dilê wî bi wî kesî xweş e.” Bi ser de we ev jî got: “Ka Xwedayê edaletê?”


“Gelo mirov diziya Xwedê dike? Lê hûn diziya min dikin. “Paşê jî hûn dibêjin: ‘Me çi yê te diziye?’ “Hûn dehyek û pêşkêşiyan didizin.


«Wey li we hûn Şerîetzan û Fêrisîno! Hûn durûno! Hûn Padîşahiya Ezmanan li ber mirovan digirin. Hûn bi xwe nakevinê û ne jî hûn dihêlin ên ku dixwazin bikevinê, derbas bibin.


«Wey li we hûn Şerîetzan û Fêrisîno! Hey hûn durûno! Hûn dehyeka pûng, rizyan û kîmyona xwe didin, lê hûn tiştên Şerîetê yên hê girîngtir, dadperwerî, rehm û baweriyê dihêlin. Diviya ku we ev bikirana û dev ji yên din jî bernedana.


«Wey li we hûn Şerîetzan û Fêrisîno! Hey hûn durûno! Hûn wek gorên spîkirî ne, ku ji derve xweşik xuya dibin, lê hundirê wan tije hestiyên miriyan û hemû tiştên qirêjî ne.


Ez di heftiyê de du caran rojiyê digirim û dehyeka hemû derameta xwe didim.›


Lê ez bi we dizanim, ez dizanim ku di dilê we de hezkirina Xwedê tune.


Eger yek bêje: «Ez ji Xwedê hez dikim» û ji birayê xwe nefret bike, derewkar e. Çimkî yê ku ji birayê xwe yê ku dibîne hez neke, nikare ji Xwedayê ku nabîne hez bike.


Lê Samûêl got: “Ma Xudan ji guhdariya dengê xwe zêdetir, ji pêşkêşî û qurbanên şewitandinê hez dike? Guhdarîkirin ji qurbanan û îtaetkirin ji bezê beranan çêtir e.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan