Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




Lêwiyî 27:8 - Kurmanji Încîl

8 Heke kesek feqîr û hêza wî têra berdêlê neke, wê li pêş kahin bisekine û wê kahin bi qasî hêza kesê ku ji Xudan re kifş kir, berdêlê diyar bike.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




Lêwiyî 27:8
11 Iomraidhean Croise  

Ji bo ew herin artêşgeha Aramiyan, di tariya êvarê de rabûn û hatin ber keviya artêşgehê. Lê tu kes li wê derê tunebû.


“Ez çima te bibexişînim? Kurên te dev ji min berda Û bi îlahan sond xwar ku ne Xwedê ne. Gava min ew têr kirin, wan zina kir. Ew ref bi ref çûn malên fahîşeyan.


“‘Heke hêza wê têra dayîna berxekî neke, wê du kevok an du qumriyan bîne ku yekê wekî qurbana şewitandinê û yekê jî wekî pêşkêşiya paqijiyê be. Wê kahin wan ji bo jinikê kefaretê bide û wê ew paqij bibe.’”


Heke şêst salî yan mezintir be, wê berdêla mêr panzdeh şekel, berdêla jinê jî deh şekel be.


“‘Heke kesek soz bide ku wê heywanekî pêşkêşî Xudan bike, wê ew heywan ji bo Xudan pîroz bê hesibandin.


“‘Heke hêza wî têra dayîna du qumrî yan du kevokan neke, wê ji ber sûcê xwe wekî pêşkêşiya paqijiyê, dehyeka efaya arvanê hûr bîne. Wê zeytê nerijîne ser û guniyê bi ser de neke. Çimkî ev pêşkêşiya paqijiyê ye.


“‘Heke hêza wî têra dayîna mî yan bizinekê neke, wê wekî pêşkêşiya berdêlê du qumrî yan du kevokan pêşkêşî Xudan bike. Wê yekî wekî pêşkêşiya paqijiyê û yê din jî wekî qurbana şewitandinê bîne.


Belengaz hergav di nav we de ne; kengê hûn bixwazin, hûn dikarin qenciyê bi wan bikin. Lê ez hergav ne li ba we me.


Çimkî eger dilxwazî hebe, dayîna yekî ne li gor tiştê ku di destê wî de tune, lê li gor tiştê ku di destê wî de heye, meqbûl e.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan