2 “Bi gelê Îsraêl re bipeyive û ji wan re bêje: ‘Heke kesek soz bide ku kesekî din ji Xudan re kifş bike, wê li gorî berdêla te bê kifşkirin.
bila kahin van pereyan ji peywirdarên xezîneyê bistînin û li Mala Xudan li nûkirina her dera xerabe xerc bikin.”
Xema zêde dibe xewn, Gotina zêde jî bêaqiliyê tîne.
Xudan ji Mûsa re got:
Li ser vê yekê gelê Îsraêl soz da Xudan û got: “Heke tu vî gelî bixî bin destê me, emê bajarên wan bi tevahî tune bikin.”
“‘Heke jineke ciwan a ku hê li mala bavê xwe ye, ji Xudan re soz bide û xwe bixe bin barekî,
“Bi gelê Îsraêl re bipeyive û ji wan re bêje: ‘Heke mêrek an jinek, bi sozdana taybet ango sozdana nezîriyê ji Xudan re veqetîne,
“Heke tu ketî rezê cîranê xwe, heta tu têr bibî tu dikarî tirî bixwî, lê nexe tûrikê xwe.
Piştî du mehan vegeriya ba bavê xwe. Bavê wê sonda xwe pêk anî. Destê mêrekî pê nebûbû. Piştî vê yekê li welatê Îsraêl adetek çêbû.
Wê soz da û got: “Ya Xudanê Karîndar, heke tu bi rastî hay ji şikestina xulama xwe hebî û min bînî bîra xwe, xulama xwe ji bîr nekî û kurekî bidî min, heta sax be ezê wî pêşkêşî riya te bikim. Wê tu caran gûzan bi serê wî nekeve.”
Ez jî niha wî didim Xudan. Heta hebe, wê yê Xudan be.” Paşê ew li wir perizîn Xudan.