8 Wê kurên Harûn ku kahin in perçeyên wî, tevî ser û bezê wî yên hundir, deynin ser êzingên agirê li ser gorîgehê.
Ji me re du conega bînin, bila yekî ji xwe re hildin, perçe bikin û deynin ser êzingan û êgir pê nexin. Ezê conegayê din bavêjim ser êzingan û êgir pê nexim.
Êzing danî ser hev, conega perçe kir û danî ser êzingan. Paşê got: “Çar cer av dagirin û bi ser qurbana şewitandinê û êzingan ve birijînin.”
Wê tevî serê wî û bezê wî yên hundir bê perçekirin û wê kahin perçeyan li ser êzingên agirê li ser gorîgehê pêxistî ye bi cih bike.
Ev pêşkêşiya şewitandinê ya ji bo Xudan e. Wê ji qurbana aştiyê tevahiya bezê ûr û roviyan,
herdu gurçik, bezê ser gurçikan û perdeya kezeba ku wê ji gurçikan veqetîne, pêşkêş bike.