3 Di sala sisêyan a padîşahiya xwe de wî ji bo hemû serek û karmendên xwe ziyafetek da. Fermandarên Pars û Medan, rîspiyên gel û waliyên bajaran li wir amade bûn.
Silêman hişyar bû. Fêm kir ku tiştê dîtiye xewn e. Hat Orşelîmê, li ber Sindoqa Peymana Reb sekinî, qurbanên aştiyê û şewitandinê pêşkêş kirin û ziyafetek da tevahiya xulamên xwe.
“Koreşê Padîşahê Pars wiha dibêje: ‘Xwedayê Ezmanan Xudan, tevahiya padîşahiyên dinyayê da min. Wî ez peywirdar kirim ku ez li Orşelîma Cihûdayê ji bo wî malekê ava bikim.
Ew kesên wî yên herî nêzîk Karşena, Şêtar, Admata, Tarşîş, Meres, Marsena û Memûxan bûn ku rû bi rû ew didîtin. Ev heft pêşewayên Pars û Medan, rêveberên sereke yên padîşahiyê bûn.
Paşê padîşah ji bo navê Esterê ziyafeteke mezin da. Hemû serek û karmend hatibûn vê ziyafetê. Padîşah li hemû bajaran cejn û şahî kir û layîqî navê xwe diyarî belav kirin.
Di duwanzdeh saliya padîşahiya Ahaşwêroş de, di meha pêşî de ku meha Nîsanê ye, li pêş Haman, ji bo hilbijartinên roj û mehê Pûr –ku tê wateya pişkê– hat avêtin. Pişk li meha Adarê ket ku meha duwanzdehan e.
Ji min re dîtiniyeke dijwar hat eşkerekirin. Yê bêbext bêbextî dikir, Yê xerabkar xera dikir. Ya Elam, rabe! Ya Medya, dor lê bipêçe! Ezê dawiya hemû nalînên wê bînim.
“Tîran tûj bikin! Tîrdankan tije bikin! Xudan ruhê padîşahên Medan hişyar kir, Armanca wî hilweşandina Babîlê ye. Çimkî ev heyfa Xudan e, Heyfa Perestgeha wî ye.