Daniyêl 5:21 - Kurmanji Încîl21 Ji nav mirovan hat avêtin û dilê wî bû wekî dilê heywanan. Bi kerên çolê re jiya, wekî dewaran giya xwar û bedena wî li ber xunava ezmanan şil bû. Heta ku hîn bû serweriya Xwedayê Herî Berz di ser padîşahiya mirovan re ye û dilê wî ji kê re bixwaze padîşahiyê dide, wisa ma. Faic an caibideil |
Wê te ji nav mirovan biqewitînin, tê bi heywanên çolê re bimînî û wê wekî ga, giya bi te bidin xwarin. Tê bi xunava ezmanan şil bibî, heta ku heft dem di ser te re derbas bibin. Tê hîn bibî ku Yê Herî Berz di ser padîşahiya mirovan re serweriya xwe didomîne û dilê wî ji kê re bixwaze, padîşahiyê dide wî.